HPG: Di operasyonên şoreşgerî de 31 dagirker hatin cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku di operasyon 3u çalakiyên şoreşgerî de yên li dijî leşkerên Tirk ên dagirker hatin lidarxistin, herî kêm 31 dagirker hatin cezakirin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate ragihandin ku di çalakî û oeprasyona şoreşgerî de 11 çeper hatin rûxandin û 31 dagirker hatin cezakirin. Hate ragihandin ku di çalakiyan de çar gerîla heta nefesa dawî 'bi rengekî fedaî şer kirin û şehîd bûn'.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bo silavkirina salvegera 44'an a damezrandina partiya me PKK'ê, ji bo hilanîna tola hevrêyên me yên bi çekên kîmyewî hatin şehîdxistin û xelkê me yê bêguhen ê ji aliyê rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ve hate qetilkirin, operasyon û çalakiyên şoreşgerî hatin lidarxistin. Di encama van çalakiyan û operasyona şoreşgerî ya hêzên me de; 31 dagirker hatin cezakirin, 11 çeper, 2 sîstemên kamera yên mobesse û projektorek hatin îmhakirin.

Hevrêyên me Eylem, Adar, Heqî û Medya ku bi rêbaza çalakî û ruhê fedaî yê Rêber Apo yê partiya me PKK'ê bi wêrekiyeke mezin bi ser dijmin ve çûn, derbên giran li dijmin xistin, heta nefesa dawî bi fedaî şer kirin û şehîd bûn.

Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê carekê bi bombeyên qedexekirî, 4 caran bi balafirên şer, bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran bombe kir."

Di daxuyaniyê de li ser 'operasyonên şoreşgerî, çalakiyên gerîla û êrîşên dijmin de ev agahî hatin dayin:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

25'ê Mijdarê saet di 13:30'î de li Qada Berxwedanê ya Sacayê, tîmên me yên bi tevger kemîn danîn pêşiya dagirkeran. Di çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

25'ê Mijdarê saet di 11:30'î de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran dan û dagirkerek ceza kirin.

25'ê Mijdarê saet di 11:30 û 12:30'î de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger du caran bi çekên giran li dagirkeran dan. Di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin.

26'ê Mijdarê saet di 01:30'î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

17'ê Mijdarê saet di 15:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, bi sûîqestê û rêbaza lêdanê li dagirkerên li dora çeperên şer ên li Şehîd Gelhat hate xistin. Tîmên me yên bi tevger ji 2 baskan ve çalakî kirin û di encamê de 4 dagirker hatin cezakirin, sîstemeke kamera ya mobesse ya termal û projektorek hatin îmhakirin.

25'ê Mijdarê saet di 13:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, hêzên me li hemberî dagirkerên li dora çeperên şer ên li qadê, operasyoneke şoreşgerî destpê kirin. Di vê operasyonê de ji 7 baskan ve li hemberî dagirkeran bi gelek rêbazên gerîla çalakî hate kirin. Baskên yekemîn û duyemîn ên operasyonê bi çekên B-7 li 4 çeperan xistin û bi temamî îmha kirin. Baskê sêyemîn ê operasyonê bi bombeyên destan û çekên ferdî bi ser dagirkeran ve çû û 2 çeper rûxandin. Baskê çaremîn ê operasyonê bi bombeyên destan li çepereke dagirkeran xist ku sîstema kamera ya mobesse lê bû û çeper îmha kir. Baskên pêncemîn û şeşemîn ên operasyonê bi bombeyên destan û çekên ferdî li 2 çeperan xistin û îmha kirin. Baskê heftemîn ê operasyonê bi bombeyên destan û çekên ferdî li çeperekê xist û îmha kir. Eşkere bû ku baskên operasyonê herî kêm 11 dagirker ceza kirin. Her wiha bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin ku hewl didan dest li qada çalakiyê werdin. Di encamê de jî 6 dagirker hatin cezakirin.

Hêzên me bi ruhê fedaî yê Apoyî û wêrekiyeke bilind bi ser dagirgkeran ve çûn, 17 dagirker ceza kirin, 10 çeper îmha kirin. Di vê operasyona şoreşgerî de hevrêyên me Adar, Heqî û Medya heta nefesa xwe ya dawî bi fedaîtî şer kirin û şehîd bûn. Agahiyên berfireh ên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wê piştre bi raya giştî re bêne parvekirin.

25'ê Mijdarê saet di 14:10'an de tîmên me yên bi tevger li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê xwe berdan nava dagirkeran. Ji cihekî bi 10 metreyan nêzî dagirkeran, di navbera hêzên me û dagirkeran de şer qewimî. Di vî şerî de 2 dagirker hatin cezakirin, hevrêya me Eylem jî ku heta nefesa xwe ya dawî bi fedaîtî şer kir, şehîd bû. Agahiyên berfireh ên li ser nasnameya hevrêya me Eylem piştre wê bi raya giştî re bê parvekirin.

26'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî, ji bo paqijkirina qadê ji dagirkeran, operasyona şoreşgerî hate destpêkirin. Di vê operasyonê de gelek dagirker hatin cezakirin, gelek çek û cebilxaneyên dagirkeran hatin desteserkirin. Ev operasyona şoreşgerî ya berfireh jî ji bo silavkirina salvegera 44'an a damezrandina partiya me PKK'ê û di şexsê endamê Fermandariya Eyaleta Metînayê hevrêyê me Nûrî Yekta de ji bo hilanîna tola hemû hevrêyên me yên bi çekên kîmyewî şehîd bûn hate lidarxistin. Agahiyên berfireh ên li ser vê operasyona şoreşgerî ya berfireh wê piştre bi raya giştî re bêne parvekirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

25'ê Mijdarê saet di 13:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Derwêş, dagirker bûn hedefa derbên bi çekên giran ên tîmên me yên bi tevger.

26'ê Mijdarê saet di 13:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahan, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran dan.

26'ê Mijdarê saet di 14:15'an li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Axîn, bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin, çeperek jî hate îmhakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî:

24'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê çeperên şer ên li Şehîd Serxwebûn carekê bi bombeyên qedexekirî hate bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

25 û 26'ê Mijdarê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Çemço, Saca û Sîdayê bi obus, tank û çekên giran bi dehan caran hatin bombekirin.

25'ê Mijdarê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî cihê ku çalakî lê hate lidarxistin, 4 caran bi balafirên şer hate bombekirin."