HPG: Dewleta Tirk bi awayekî sîstematîk sivîlan dike hedef

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi awayekî sîstematîk Başûrê Kurdistanê dike hedef.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku “Artêşa Tirk a dagirker di 26 û 27’ê Çileyê de gundê Çemşerîtkê û Çîyayê Zêbarê yê Akrêya Duhokê ya li Başûrê Kurdistanê bomberdûman kiriye.

Dewleta Tirk a qirker bi koordîneya wesayîtên hewayî yên bêmirov bi qestî li sivîlên li herêmê daye. Di vê êrîşê de sivîlê bi navê Seîd Hebîb Sîranî şehîd bûye û sivîlê bi navê Nizar Hacî Şaban jî bi giranî birîndar bûye.

Plana artêşa Tirk a dagirker ev e ku Başûrê Kurdistanê dagir bike û bi vê armancê bi hovane êrîşî gelê me dike. Artêşa Tirk a dagirker bi qestî li herêmên sivîlan dide. Gelê me yê li vê derê dibin hedef, bi salan in li ser vê axê dijîn û ji bo debara xwe diçin ser bax û baxçeyên xwe. Artêşa Tirk a dagirker gerîlayên azadiya Kurdistanê ji xwe re dike hincet û dixwaze van êrîşan rewa bike. Li herêma ku bomberdûman lê hatiye kirin, tu tevgerên gerîlayên me tune.

Divê were zanîn ku Hêzên Parastina Gel a Kurdistanê wê bi awayê herî giran hesap ji artêşa Tirk a dagirker bipirse. Em sersaxiyê ji malbata sivîlê bi navê Seîd Hebîb Sîranî re û şifaya xêrê ji sivîlê birîndar re dixwazin.”