HPG: 7 leşkerên Tirk hatin kuştin, wesayîteke zirxî hate îmhakirin

Gerîlayên HPG û YJA-Starê li Heftanîn û Geverê çalakî li dar xistin. Di van çalakiya de 7 leşkerên Tirk hatin kuştin, wesayîteke zirxî hate îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan û êrîşên dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

LI HEFTANÎNÊ ÇALAKIYA SÛÎKASTÊ

“Di 5’ê Tîrmehê de saet di 14.20’an de di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de li qada Girê Koordîneyê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sûîkastê hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

Di heman rojê de hêzên KBDH’ê jî di çarçoveya Pêngava Cenga Heftanînê de 2 çalakiyên sûîkastê li dar xistine û 2 leşker kuştin.e

WESAYÎTA ZIRXÎ HATE ÎMHAKIRIN 4 DAGIRKER HATIN KUŞTIN

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, di 5’ê Tîrmehê de saet di 07.00’an de di navbera gundê Bagengê û Serê Şikeftê yê Gevera Colemêrgê li dijî wesayîta zirxî Kîrpî ya artêşa Tirk a dagirker û leşkerên li kêleka wê dimeşin çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de bi xurtî li yekîneya dijmin hate xistin û wesayîta zirxî hate îmhakirin.Di vê çalakiyê de 4 leşkerên dijmin hatin kuştin.

GERÎLAYÊ BI NAVÊ ROJ DÎL KET DESTÊ DIJMIN

Me di daxuyaniya xwe ya di 26’ê Hezîranê de diyar kiribû ku li qada Deşta Silopiya Çiyayê Cûdî di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker de şerek çêbûbû. Di 8’ê Hezîranê de li qada Deşta Silopiya ya Cûdî hevalê me yê bi navê Roj di şer de birîndar bû û dîl ketiye destê dijmin.”