HPG: 11 dagirker hatin cezakirin, derb li helîkopterekê hate xistin

Di çalakiyên gerîlayan de 11 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin û derb li helîkoptereke êrîşê hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku, “Di encama lêdanên bi bandor ên tîmên me yên bi tevger de, 11 dagirker hatine cezakirin, 2 dagirker birîndar bûne û derb li helîkoptereke êrîşê hatiye xistin. Artêşa Tirk a dagirker ku li hemberî hêzên me bi ser neket, 23 caran bi balafirên şer, 14 caran bi helîkopterên êrîşê, 3 caran bi çekên kîmyewî û teqemenî û bi dehan caran jî bi obusan qadên berxwedanê bombebaran kir.”

HPG’ê der barê çalakî û êrîşan ev agahî parve kir:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

Di 30’ê Hezîranê saet 19:50’î de li herêma Kokerê tîmên me yên bi tevger ji sê aliyan li dagirkeran dan û bi çalakiyeke koordînekirî ya gerîlayan li dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiyê de ya ku hêzên me bi çekên giran û ferdî pêk anîn, herî kêm 4 dagirker hatin cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn.

Di 1’ê Tîrmehê saet 02:30’an de dagirkerên li herêma Kokerê bi taktîkeke sûîqestê ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve bûn hedef û dagirkerek hate cezakirin.

Di çerçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagorosê de li herêma Zapê;

Di 29’ê Hezîranê saet 22.00’an de helîkopterên êrîşê yên xwestin Qada Berxwedanê ya Kurojahro bombebaran bikin, ji aliyê hêzên me ve hatin gulebarankirin û derb li helîkoptereke êrîşê hate xistin. Piştî mudaxeleyê hêzên me, helîkopter neçar man ji herêmê derkevin.

Di 30’ê Hezîranê saet 09:30 û 13:00’an de li qada Berxwedanê ya Kurojahro hêzên me bi sûîqestê li dagirkeran dan û 2 dagirker hatine cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgeriyê ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

30’ê Hezîranê saet di 11.50’yî de û 1’ê Tîrmehê saet di 07.30’î de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi rêbaza sekvaniyê hedef hatine girtin û 2 dagirker hatine cezakirin.

Di 1’ê Tîrmehê saet di 05.00’an de, tîmên me yên bi tevger, li dagirkerên Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî xist û 2 dagirker ceza kirin.

Êrîşên artêşa Komara Tirk ên bi çekên kîmyewî û teqemeniyan;

Di 30’ê Hezîranê de tunelên şer ên Girê Şehîd Rêber Savaş ên li Qada Berxwedanê ya Karker Dîrenîş 3 caran bi çek û teqemeniyên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Komara Tirk ên bi obus, helîkopterên êrîşê û balafirên şer;

Di 30’ê Hezîranê de qadên Girê Amediyeyê, Saca, Sîda û Rênçbiraxa û qada Neqeba Sinînê bi obusan ji qerekolên li ser sînor hatin bombekirin.

Di 30’ê Hezîranê  de Qadên Berxwedanê yên Girê Hekarî, Girê FM, Kurojahro, Girê Amediyeyê û Girê Cûdî 14 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin. Piştî avêtina bombeyan agirê bi qada Sacayê ketiye û şewat hê jî didome.

Di 30’ê Hezîranê de Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyeyê, Girê Bihar, Werxelê, Saca, Çemço û Sîda 23 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.”