Hoppe: Hêviya MÎT'ê, polîs û karmendên sîxur in

Rojnamevan Jurgen Hoppe, ku demeke dirêj karên MÎT'ê yên li Elmanyayê lêkolîn kir, li ser rê û rêbazên rêxistinbûna îstîxbarata Tirk ji ANF'ê re axivî.

Rojnamevan Jurgen Hoppe demeke dirêj li Saziya Televîzyon û Radyoyê ya Rojavayê Elmanyayê (WDR) xebitî. Wextekê, yek ji rayedarên herêmê ya radyoya WDR Dortmûndê bû. Pisporiya Hoppe jî mijara; polîtîkaya Elmanyayê ya li ser Kurd û Tirkan e. Di dema karê xwe yê nûçegihaniyê de, yek ji mijarên ku herî zêde li ser sekinî, karên MÎT'ê yên li Elmanyayê bû.

Hoppe der barê mijarê de bersiv da pirsên ANF'ê.

Aloziya navbera hikumeta Elman û desthilatdariya Erdogan, bandoreke çawa li ser têkiliyên rêxistinên îstîxbaratê yên her du welatan kir?

Weke ku tê bîra we, mezintirîn rêxistina îstîxbaratê ya Tirkiyeyê di destpêka vê salê de, lîsteyeke ji mirovên divê werin şopandin da servîsa îstîxbaratê ya Elman. Yên ku bi lîsteyê hesiyan, bi henekan û bi rengekî matmayî pirsa "Gelo polîs û îstîxbarata Elman çawa dikare di vê mijarê de bi îstîxbarata Tirk re bixebite?" kirin. Gotin ku ev yek ne tiştekî aqilane ye. Lê belê rewş ewqasî saf nebû. Ji ber ku berê hevkariyeke gelekî xurt di navbera îstîxbaratên Elman û Tirk de hebû û Tirkiyeyê pişta xwe dispart vê.

Di heman demê de têkiliyeke xurt bi polîsê Elman re hebû. Ji ber vê yekê, îstîxbarata Tirk ji xwe razî bû ku kar wê li gorî dilê wan bimeşe. Bi vî rengî lîste bi dilrehetî da. Lê belê rewş guherî bû û haya Tirkiyeyê ji vê tine bû. Zêra hevkariya îstîxbarata bi Elman re berê gelek encam bi xwe re anî bû. Weke mînak, mezintirîn doza dîroka Elmanyayê ya PKK'ê, di encama hevkariyeke bi vî rengî de derkete holê.

Bawerim mebesta we doza Dusseldorfê ya 1988'an e, ku Dûran Kalkan, Alî Haydar Kaytan, Huseyîn Çelebî û gelek kesên din lê hatin darizandin. Di dema wê dozê de hevkariyeke çawa bi îstîxbarata Tirk re dihate kirin? Hûn dikarin hinekî qala detayên wê bikin?

Di vî warî de gelek detay li ber destê me hene. Ya herî berbiçav, agahiyên ku ti carî bi destê polîs, îstîxbarat û dozgerê Elman nekeve, di dosya dozê de cih girtibû. MÎT wê wextê li vê derê gelekî aktîf bû û agahiyên kom dikir, radestî rayedarên Elman dikir. Divê em ji bî rnekin, welatê yekemîn ê PKK qedexe kir, Elmanya ye. Li ser PKK'ê dan û standina agahiyan di navbera rêxistinên her du welatan gelekî girîng bû. Îstîxbarata Elman, agahiyên li ser PKK'ê kom dikir radestî MÎT'ê dikir. MÎT'ê jî bi heman rengî hem agahiyên li Elmanyayê, hem jî li qada giştî i ser PKK'ê kom dikir, dida îstîxbarata Elman. Ev dan û standina agahiyan demeke dirêj dewam kir û bi demê re kêm bû.

Bi dîtina min, piştî ku sûîqestan dest pê kir û li herêma Kurdan a li Tirkiyeyê şerê navxweyî rû da, ev dan û standina agahiyan a têkildarî PKK'ê sekinî. Her wiha hate dîtin ku Kurd hêzeke girîng e li dijî rejîma Erdogan têdikoşe. Piştî ku Elmanya û Tirkiye li ber hev rabûn, hingî girîngiya Kurdan zêdetir hate fêhmkirin. Niha li Elmanyayê di nava komên biyanî de herî zêde ji Kurdan tê hezkirin.

Beriya niha bi demekê, ANF'ê sîxura MÎT'ê ya li nava emniyeta Elman kişf kir. Li gorî we, wekî din li ku sîxur hene?

Mîna beriya niha, MÎT niha jî li gelek herêmên Elmanyayê, hema hema li her cihî aktîf e. Yek ji kesên ku di vê derbarê de nûçe amade kir û bi raya giştî re par ve kir, ez im. Li nava sendîkayan, yekîtiyên karsazan, partiyan, xaça sor, li her nava her saziyên bê bîra we, sîxurên MÎT'ê hene. Li hemû yekîneyên polîsan ên li her cihên Elmanyayê, kesên ji MÎT'ê re dixebitin hene. Di vê derbarê de gelek agahî hene. Di nava van de polîsên payebilind jî hene.

MÎT, ji bo têkiliyeke nêz bi civakên Kurd û Tirk ên li Elmanyayê deyne, 'karmendên têkiliyê' bi kar tîne. Kî ne ev karmend? Ev karmend, polîsên koçber in ku têkiliyê bi komên koçber re datînin. Ji ber ku yên bi Kurdan û Tirkan re têkiliyê datînin ev polîs in.

'KARMENDÊN TÊKILIYÊ' YÊN MÎT'Ê KÎ NE?

Agahiyên li ser Kurdan û Tirkên mûxalîf bi çi rengî ji MÎT'ê re tên ragihandin?

'Karmendên têkiliyê' bi mirovên ji heman welatî hatine têkiliyê datînin. MÎT jî vê valahiyê baş bi kar tîne. Agahî bi vî rengî tên komkirin. Weke mînak; polîsekî têkiliya xwe bi hemşehriyên xwe re nîne, bi çi rengî dikare bi kêrî MÎT'ê were? Payeya van karmendan çiqasî bilind bibe, ewqasî bi kêrî MÎT'ê tê. Di vir de roleke girîng a serkomîseran, amîrên polîsan û serkomîserên daîreya krîmînal heye.

Çima girîng e? Polîsekî payebilind ê li nava emniyet Elman, ji bo MÎT'ê dikare çi bike?

Ji ber ku amîr çiqasî payebilind be, ewqasî jî dikarin xwe veşêrin û karên xwe binixumînin. Lewma girîng e. Her wiha dikarin fermana 'van lêkolîn bike', ya jî 'van bişopîne' bidin karmendên din û bi vî awayî dikarin hê bêhtir îstîxbaratê kom bikin. Ji bo van amîran an jî serkomîseran karekî hêsan e ku van agahiyan li konsolosxaneyan, sefaretxaneya bilind an jî li mizgeftaeke DÎTÎB'ê radestî MÎT'ê bikn. Ji ber ku balê nakişînin.

MÎT ji bilî komkirina agahiyan çi karî dike?

Weke mînak; mirovên li gorî xwe 'xetere' dibîne, dikare birevîne. Em dizanin ku MÎT'ê beriya niha mirov ji Elmanyayê revandiye. Li Berlînê 2, li Bayernê jî bûyerek di vî warî de qewimîn. Piştî ku ev revandin Tirkiyeyê îşkence li wan kirin, xistin girtîgehê û ji wan re hate gotin, 'ji kesî re nebêjin ku hatine revandin'. Ev mirovên navborî piştî ku ji girtîgehê derketin gotin, 'em bi daxwaza xwe hatin Tirkiyeyê' û bi vî rengî bûyer hate girtin.

Endamên MÎT'ê yên ku li Elmanyayê bi wan re axivîm, ev bûyerên revandinê qebûl nekirin û bi ken tenê gotin 'na'. Her wiha em zanin, endamên MÎT'ê di nava partiyên nêzî çepgiriyê de jî hene. MÎT xebatên siyasî dişopîne û hewl dide zanibe bê kîjan partî çi dike.

'SEFARETXANEYA BILIND NAVENDA MÎT'Ê YE'

Tevne îstîxbarata MÎT'ê ya li Elmanyayê bi ku ve girêdayî ye? Agahiyan çawa dide?

Her kesên ji bo MÎT'ê dixebitin xwedî cihekî wezîfeyê ne û navendên ku agahiyan jê re radigihîne li gorî kesan tê guhertin. Agahî carna ji bo balê nekişîne di ser mizgeftên DÎTÎB'ê, carna bi rêya konsolosxaneyan, carna jî bi rêya şîrketên paravan tê kirin.

Li gorî we çend şîrketên paravan li Elmanyayê hene ku ji bo vî karî tên bikaranîn?

Ne pêkane ku mirov hejmarê tam zelal bike, lê belê herî kêm sed şîrket hene. Ne tenê li Elmanyayê, divê mirov Hollanda, Fransa û welatên din ên Ewropayê jî bixin nava vê. Pêkane ku li her bajarekî mezin çend şîrketên paravan hene. Ev yek carna dikaneke, carna komeleyeke qehweyê ye, carna jî buroyeke ger û geştê ye.

'YÊN KIFŞ DIBIN TÊN DERSÎNORKIRIN'

Bi dîtina we, navenda îstîxbaratê ku ye?

Di nava Sefaretxaneya Bilind de ye. Çawa ku li nava Sefaretxaneya Bilind a Elman a li Tirkiyeyê beşek îstîxbarata Elman heye, li Sefaretxaneya Bilind a Tirk a li Elmanyayê jî beşek îstîxbarata Tirk heye. Ev ne tiştekî veşartî ye, ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Carna, dema bûyerên nebaş diqewimin, ev personel ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Elman ve tên dersînorkirin.

Heta niha çend bûyerên dersînorkirinê rû dan?

Em baş nizanin bê çend bûyerên dersînorkirinê têkildarî Tirkiyeyê rû dan. Jİ ber ku ev agahî tên veşartin û ji derve re nayên dayin. Her wiha divê mirov bêje ku îstîxbarata Tirk bi zane û profesyonel dixebite. Ji bo bi dest nekeve, gelekî hewl dide. Herî kêm hezar kes bi rengekî profesyonel li Elmanyayê ji bo îstîxbarata Tirk dixebitin.

Rola mizgeftên DÎTÎB'ê çi ye?

Hin mizgeftên DÎTÎB'ê bi sedema ku bi îstîxbarata Tirk re xebitîne hatine girtin. Ya jî hin meleyên ku nema dixwazin bi MÎT'ê re bixebitin, ji aliyê Diyaneta Tirk ve ji wezîfeyê hatin girtin. Tê gotin, mizgeftên DÎTÎB'ê yên li Dusseldorf, Koln û Gelsenkîrchenê navenda vê tevna îstîxbaratê ne.

Çima hêzên ewlekarî û dadgeriya li Elmanyayê vî karê MÎT'ê ji nedîtî ve tên?

Êdî ne mîna berê ye. Em zanin ku dozger û dadgerên karên MÎT'ê lêkolîn dikin hene. Hin karmendên ne polîtîk, yên haya wan ji cidiyeta bûyerê nîne hene. Min berê di mijara MÎT'ê de hin rayedar hişyar kir. Têkildarî gotinên min matmayî man.

'EGER BERÊ BÛYA, WÊ LÎSTE BI KÊR HATIBÛNA'

Eger di navbera Elmanya û Tirkiyeyê de ev aloziya sala 2017'an nebûya û hê MÎT û îstîxbarata Elman bi hev re xebitîbûna, wê çi bi van lîsteyan bihata?

Lîste bi ti awayî nedihatin eşkerekirin. Wê bi gotina 'Daxwaza hevalbendekî NATO ye' lîste bihatin lêkolînkirin û piştre bersivek ku dilê Tirkiyeyê pê xweş bike, bida. Mîna niha wê agahî ji Wezareta Karên Hundir re nehatibûya dayin. Servîsta îstîxbaratê y Elman BND wê rahişta lîsteyê û di çarçoveya 'dostaniyê' de bersiv bida daxwaza hevparê xwe.

Her wiha, beriya niha BND'ê beşek ji agahiyên xwe yên li Tirkiyeyê kom dikir, yên bi kêrî wê nedihat, dida îstîxbarata Tirk. Bêguman ne niha. Mirov dikarin bêjin 'dostên berê' êdî li dijî hev dixebitin. Di rewşeke bi vî rengî de, ji ber ku hevkarî di navbera her du saziyên dewletan de hevkarî nîne, hebûna karmendên polîs ên li nava rêxistina emniyetê ya Elman ji bo îstîxbarata Tirk xwedî roleke mezin e.

Yanî di dema pêş de skandalên sîxuran ên li nava polîsên Elman wê gelekî bê bihîstin...

Sîxur ji bo kişf nebin, çi jê bê wê bikin. Îstîxbarata Tirk wê giraniyê bide ser van, ji ber ku îstîxbarata Elman ku hevparê wê bû, êdî pê re naxebite. Di rewşeke bi vî rengî de wê MÎT hewl bide bi rêy akesan sîstema xwe bimeşîne. Sîxur dibe ku ne polîsek jî be. Dikare xebatkarekî li şaredariyê ya jî karmendekî li daîreya biyaniyan be.  Karmendên li daîreyên bi vî rengî dijîn, dikarin xwe bigihînin agahiyên Kurd û Tirkên li herêmên xwe dijîn.