Hilweşandina aboriya Tirkiyeyê didome

Hilweşandina aboriya Tirkiyeyê gav bi gav didome, lîrayê Tirkiyeyê li ber dovîzan dihele.

Ji ber polîtîkayên desthilatdariya AKP û MHP’ê hilweşandina li welat didome.

Serokê Bankaya Navendî Mûrat Ûysal diyar kir ku prîma rîskê ya Tirkiyê pêldar û bilind e û got, “Di enflasyonda xurekan de rêjeya bilind didome.”

Ûysal ji bo enflasyona xurekan diyar kir ku di sala 2020’an de ji sedî 10,5’an rabûye ji sedî 13,5. Ûysal li xwe mikur hat ku lîrayê Tirkan gelekî bêqîmet bûye.

Dolar jî li hemberî lîrayê Tirkan zêde dibe. Piştî ku Ûysal rapora enflasyonê ya sala 2020’an pêşkêş kir, dolar 8,32 TL derbas kir û gihişte asta herî bilind. Eûro jî li hemberî lîrayê Tirkan bû 9,77 û xirama zêr jî bû 506 lîra.