Hilbijartinên PE'yê: Encameke surprîz li Hollandayê derkete holê

Ji bo endamên nû yên Parlamenta Ewropayê, Hollandayî roja Pêncşemê çûn ser sindoqan. Berevajî bendewariyan Partiya Karker di hilbijartinê de bi ser ket.

Ji bo hilbijartina endamên nû yên Parlamenta Ewropayê (PE), dengdêrên Hollandayî û Brîtanyayî 23'ê Gulanê dengê xwe dan.

Texmînên destpêkê yên derbarê hilbijartinên li Hollandayê, qenala televîzyonê NOS'ê kir. Anketên beriya niha hatin kirin, partiyên rastgiriya tund û lîberal weke favorî nîşan didan.

Lê belê encameke surprîz ji hilbijartinê derket. Partiya Karker a Sosyal Demokrat (PVDA), li gorî encamên nemisoger bû partiya yekemîn. Li Parlamenta Ewropayê ji bo Hollandayê 26 kursî hatine dayin. Partiya Karker heta niha xwedî 2 kursiyan bû, lê bi vê hilbijartinê re bû xwedî 5 kursiyan. Rêjeya dengê xwe jî ji 9.4 ji sedî gihand 18.1 ji sedî.

Tê gotin, Alîkarê Serokê Komîsyona Ewropayê yê Hollandayê Frans Timmermans di vê encamê de bandora xwe zêde ye. Timmermans ku di lîsteya sosyalîstan de di rêza yekemîn de ye, roja Pêncşemê daxuyaniyek da û got, "Hêvî dikim ku sosyal demokrat li her deverê nîşan bidin ku Ewropayeke din pêkan e."

Serketiyê din ê hilbijartinê Partiya Gel a ji bo Demokrasî û Azadiyê (VVD) ye ku Serokwezîr Mark Rutte pêşengiyê jê re dike. VVD hejmara kursiyên xwe ji 3'an gihand 4'an. Bi vî rengî derket pêşiya partiya Forûma Demokrasiyê (FvD) a Thierry Baudet ku dijberê Yekîtiya Ewropa û koçberan e. FvD di 3 kursiyan de ma û 12 ji sedî yê dengan wergirt.

Partiya ku di hilbijartinê de têk çû Partiya Azadiyê ya Geert Wilders e ku rastgiriya tund e. Wilders dengên xwe ji Baudet re berda û ji 4 kursiyan daket kursiyekê. Rêjeya dengê wê jî ji 13.3 ji sedî daket 4.1 ji sedî.