Hêzên Rizgariya Efrîn, derbên xurt li çeteyan dan

Hêzên Rizgariya Efrînê li Efrînê rêze çalakiyên bi bandor lidar xistin û di çalakiyan de bi kêmanî 5 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku 15-16’ê Çileyê li navçeya Şêrewa û Şera ya Efrînê li dijî komên çeteyên bi navê Fiqet El Hemze, Firqa 23’ê û Cebhet El Şamiye yên dewleta Tirk a dagirker 3 çalakiyên bibandor lidar xistine. Ragihand ku di van çalakiyan de jî bi kêmanî 5 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

Şervanên me çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wî li Efrînê û derdora wê didomînin. Di vê çarçoveyê de, di dîroka 15 û 16’ê Çileyê de li navenda Efrînê û navçeyên Şêrawa û Şera de li dijî dagirkeran 3 çalakiyên bi bandor hatin lidar xistin, 5 çete hatın kuştin. Di derbarê çalakiyên hatin lidar xistin de agahiyên berfireh wiha ne;

Di dîroka 15’ê Çileyê de şervanên me, li taxa Mehmûdiyê ya navenda Efrînê, li dijî wesayîteke leşkerî ya girêdayî koma çete ya Firqet El Hemze çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Di encama çalakiyê de çeteyek hat kuştin û 3 çete jî bi giranî birîndar bûn.

Di 16’ê Çileyê de şervanên me, li ser rêya gundê Basûfanê ya girêdayî navçeya Şêrawa li dijî wesayîteke leşkerî ku hejmarek çeteyên girêdayî komên Firqet El-Hemze û Firqa 23 têde bûn, çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Di encama çalakiyê de 3 çete hatin kuştin. Navê çeteyekî ku hatiye kuştin Ehmed Raxib Çelo ye.

Di dîroka 16’ê Çileyê de şervanên me li gundê Malikiyê ya navçeya Şera li dijî çeteyekî yê girêdayî koma Cebhet El-Şamiyê çalakiya sekvaniyê lidar xistin. Di encama çalakiyê de çete hat kuştin.”