Hêzên asayîşê êrîş birin ser xwepêşanderên li Silêmanî çalakî kir

Hêzên asayîşa Silêmaniyê êrîş birin ser xwepêşandana li Silêmaniyê û xwestin çalakvan dawî li xwepêşandanê bînin. Gelek çalakvan hatin destgîrkirin, alozî û çalakî dewam dike.

Nerazîbûnên hemberî qedexeyê her ku diçe zêde dibe. Komek welatî û esnafên bajarê Silêmaniyê, di saetên sibehê de li dijî girtina bazar û dikanên xwe daketin kolanan û çalakiyek lidarxistin.

Piştî saetên nîvro mamosta û karmendên bajêr jî tevlî çalakiyê bûn û piştgiriya xwe nîşandan.

Ji beriya çend kêliyan jî hêzên asayîşê bi bombeyên gazê û cobên elektrîklî êriş birin ser xwepêşanderan. Gelek xwepêşander hatin binçavkirin.

Niha komek ji xwepêşanderan ber bi Cadeya Salim ve birêketine û beşa din jî ber bi Cadeya Mewlawî ve ketine meşê.

Çalakvan diyar dikin ewê xwepêşandana xwe berdewamkin. Aloziya dinavbera polîs û çalakvanan de berdewame.