Hewlêr ji çeteyan re vekiriye, ji welatparêzan re girtî ye

Rêveberiya PDK’ê Hewlêr ji penaberên Bakurê Kurdistanê re digire, lê ji kesên ji ber sûcê fihûş û cînayetê hatine wê derê û wekî xebatkarên îstîxbaratê re dixebite re vekiriye.

Piştî ku dewleta Tirk di sala 2015’an de dîsa dest bi şerê li dijî Kurdan kir, ji ber operasyonên qirkirina siyasî gelê Bakurê Kurdistanê yên çûbûn Başûrê Kurdistanê, ji ber zextên PDK’ê nikarin debar bikin. PDK Hewlêrê ji Kurdên welatparêz re digire lê çeteyan diezimîne.

Di sala 2015’an de piştî ku dewleta Tirk dîsa operasyonên qirkirina siyasî xiste dewrê, hevserok jî di nav de gelek parlementer, hevşaredar, hevserok û rêveberên partiyan ên bajêr û navçeyan hatin girtin. Bi hezaran kesên neketin destê dewletê yan jî piştî ku demekê di girtîgehê de man, çûn derveyî welat. Hinekan jî ji dêvila ku biçin derveyî welat, çûn Başûrê Kurdistanê û li wê derê siyaset kirin.

PDK a ku hevkariya xwe bi dewleta Tirk û desthilatdariya wê didomîne, ji ber hatina welatparêzên Kurd kêfxweş nebû. Berê hinek kes bi hinceta ku nêzî Tevgera Azadiyê ya Kurdan e, ew ji Hewlêrê derxistin û şandin aliyê Kerkûk û Silêmaniyê. Hinek jê jî li Pirdeyê li navendên lêpirsîne ew xistin lêpirsînê û xwest îradeya wan bişikîne. Kesên nexwestin bi PDK’ê re bixebitin, hatin dersînorkirin.Zext li kargehên wan hate kirin û xwestin ji kar derkevin. Hinek jê neçar man ku biçin Ewropayê. Hinek jê çûn Silêmanî, Kerkûk û Mexmûrê û hewl dan li wir bijîn.

Di 17’ê Tîrmeha 2019’an de dema ku ciwanên Kurd li Hewlêrê Berpirsê Herêma Kurdistanê ya Federe ya MÎT’ê Osman Kose kuştin, kampa Mexmûrê jî di nav de PDK’ê êdî bi çavekî dijminane li kesên ji Bakurê Kurdistanê re nihêrî. Qedexe kir ku kesên ji Mexmûrê têkevin Hewlêrê. Xwendekarên li Hewlêrê dixwendin û nexweşên li kampê jî xistin vê çarçoveyê. Kesên bêdestûr ketin Hewlerê hatin girtin û li ser wan lêpirsîn hate destpêkirin. Di du mehên dawîn de du kesên wisa hatibûn girtin, jiyana xwe ji dest dan. Yek jê piştî ku hate berdan du roj şûnde, yê din jî dema girtî bû jiyana xwe ji dest da.

PDK a ku Hewlêr û Duhok ji penaberên siyasî yên Kurd re girt, ev qad kir ji bo kesên li Tirkiyeyê mêr kuştine, bazirganiya tiryakê dikin û çete ne, kir navend. Sûcdarên edlî yên ku fihûş jî kirine, dema tên Başûrê Kurdistanê, berê diçin Duhokê. Li Duhokê jî li Ewro Cîtyê dimînin. Ev der ji aliyê asayîşa Duhokê hatiye diyarkirin. Sûcdarên demekê li Ewro Cîtyê dimînin, piştî ku Asayîş îkameya wan çêdike, hinekan dişînin Hewlêrê û hinek jê jî êdî li Duhokê dijîn.

POLÎSÊ BI NAVÊ MÛSTAFA ATEŞ

Polîsê bi navê Mûstafa Ateş di sala 2017’an de li Mêrsînê bi demançeyê Volkan Duzgun ê kurê endamê berê yê meclîsa şaredariyê Cengîz Duzgun kuştibû. Ateş piştî hate Duhokê, 7 mehan li Ewro Cîtyê bû mêvan, piştre qeydên niştecihbûna wî hate çêkirin û ew li Hewlêrê dan bicihkirin. Ateş niha li Hewlêrê li Famîl Mallê dixebite. Li gorî peywirdarekî Asayîşa Duhokê, Ateş a niha yek ji endamê çalak ê îstîxbaratê ye.

Yasîn Atin ê ku piştî tiryak û fihûşê cînayet jî kir, ji Stenbolê hat û li Hewlêrê dimîne. Ew jî wekî polîs Mûstafa Ateş piştî heman prosedurê niha li Hewlêrê ye. Atin tevî Mehmet Babier ê bi navê ‘Dîşçî Pola’ ku ji nav PKK’ê reviyabû, di xizmeta Parastin û MÎT’ê de ye.

Bi sedan sûcdarên wisa hene ku Hewlêr ji xwe re kirine war. Rêveberiya PDK’ê Hewlêr ji van kesan re vekiriye û ji penaberên siyasî yên Kurd re digire.