Hewldana avêtina fuzeya peykê ji balafirê bi ser neket

Li DYE'yê, hewldaneke avêtina fuzeya peykê ya bi maliyeteke kêm, bi ser neket.

Şîrketa Amerîkan Vîrgîn Orbît, ji balafirekê fuzeya peykê avêt dorhêla cîhanê, lê belê ceribandina destpêkê bi ser neket. Fuzeya ku ji bilindahiya 10 hezar metreyî hate avêtin, negihîşt hedefa xwe.

Şîrketa ku sala 2012'an ava bû, bi hinceta ku şandina peykê biha ye, plan kir ku fuzeya peykê li balafireke mezin bar bike û ji bilindahiya 10 hezar metreyî biavêje. Bi saya vê yekê peykên ji 300 heta 500 kîloyî bi maliyeteke kêmtir û zûtir dixwest bê şandin.

Fuzeya şandina peykê ya bi navê LaûncherOne li balafireke bi navê Cosmîc Gîrl hate barkirin, lê belê çend deqe piştî avêtinê bi ser neket.

Konsepta şandina peykan ji balafiran nû nîne. Yekemcar koma bi navê Northrop Grûmman fuzeya bi navê Pegasûs sala 1990'î çêkiribû.