Hevşaredara Qilabanê Uren: AKP li Şirnexê bi êgir dilîze!

Hevşaredara Qilabanê Zeynep Uren diyar kir ku AKP dixwaze demografiya Botanê bi bicihkirina malbatên ji Kazakîstan, Afganîstan û Sûriyeyê biguherîne û bang li niştecihên koç kirine kir ku vegerin cih û warê xwe.

Hikumeta AKP'ê li herêmên ku weke partiya tabelayê ye di sindoqan de deng jê re dernakeve, bi polîtîkayên jinûve dîzaynkirina herêmê tevdigere. Hikumeta AKP'ê ku berî niha li Wanê, Agirî, Erzîrom û Rihayê malbatên Tirkên fileh ên ji mezheba Ortadoks (Tirkên Gagavuz) ji Ûkrayna, Kazakîstanê anî û li van herêman bi cih kir. Herêma Botanê li ser dilê AKP'ê her tim bûye êşek. AKP bi polîtîkayên jinûve dîzaynkirina herêmê û belavkirina madeyên hişberiyê dixwaze herêmeke li gorî bîrdoziya xwe ava bike.

Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û Hevşaredara Qilabanê ya ku li cihê wê qeyûm hatiye tayînkirin Zeynep Uren li ser polîtîkaya hikumeta AKP'ê ya derbarê herêma Şirnexê ji ANF'ê re axivî.

'LI BOTANÊ RUHÊ KURDISTANÎ HEYE'

Uren bi bîr xist ku herêma Botanê di dîroka xwe de ti carî serî li ber dagirkeran netewandiye û her tim ji bo çand, ziman, nasname û jiyanek azad li ber xwe daye. Uren da zanîn, berî 30 salan weke îro koçberî li ser niştecihên herêmê hate ferzkirin û got, "Hikumeta AKP'ê li xwe mikur hat û di rapora Cizîrê de eşkere kir ku li Cizîrê kesî xwe radest nekiriye. Ev yek jî ruhê Botanê dide nîşan dan. Welatiyên me li Cizîrê bi ruhê egîdan li ber xwe dan û heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe dan. Bi kevneşopiya Botanê serî li ber dagirkeran netewandin. Ruhê li Cizîrê li ber xwe da, ruhê Botanê û ruhê Kurdisanî bû. Dewlet baş dizane bi polîtîkayên kuştin, windakirin, koçberî û xizaniyê nikare herêma Şirnexê dagir bike. Niha jî mirovên ne ji çand, ax û civaka me anîne û li herêmên Şirnex, Cizîr û Silopiyayê bi cih dikin. Dixwazin bi dîzaynkirinek nû çanda berxwedanê ya Botanê têk bibe." 

'AKP DIXWAZE ÇANDA KOMUNAL TÊK BIBE'

Uren anî ziman ku AKP bi dîzaynkirina nû ya Şirnexê dixwaze ruhê berxwedanê yê herêmê têk bibe û wiha dirêjî da axaftinê xwe: "AKP bi dîzaynkirina nû dixwaze çanda komunal û çanda berxwedanê têk bibe. Li Şirnexê kesekî bê nan û xizan tine ye. Ji ber ku her kes nanê xwe bi hev re parve dike û kes birçî namîne. Ev jî çanda komunal a Şirnexê ye. Civak rojên xweş û nexweş bi hev re parve dike. Niha jî bi çêkirina avahiyên TOKÎ dixwazin çand û exlaqê civakê xera bikin. Şirnex cihekî hezaz e û ji bo projeyên TOKÎ ne guncaw e. Li ser vê axa hezaz avahiyên 15-16 qet lêdike û ewlehiya gel jî tuneye. Avahiyên gel xera kirin û niha jî gel neçarî avahiyên bê ewle dikin. Bi vê yekê jî dixwazin çanda gel ji hev bibin û çanda cîran, ziman û çanda bi hevre jiyanê xera bikin. Şirnex 40 sal e li dijî vê polîtîkayê li ber xwe dide. Şirnex dîroka zilmê û zordestiyê baş nas dike. Ji ber vê jî Şirnex serî natewîne."

'AKP LI ŞIRNEXÊ EREB Û KIRGIZAN BI CIH DIKE'

Uren da zanîn ku li herêmê kesên ku bi xwîna Kurdan dewlemend bûne AKP wan diparêze û li herêmê weke peyak bikartînin. Uren destnîşan kir, ji ber polîtîkayên şer ên AKP'ê gelek welatî bi neçarî ji cih û warê xwe koç kirine û got: "AKP li cihê kesên koç kirine dixwaze kesên nenas û ji derveyî welat anîne li Şirnex û navçeyê wê bi cih bike. AKP nikare bi çanda berxwedanê ya gel, niha jî malbatên ji Kazakistan, Afganîstanê û Sûriyeyê anîne li herêmê bi cih dike. Dema ku em li nava kuçeyên Şirnexê digerin em rastî mirovên gelek balkêş tên û heta niha ti carî me ev mirov li Şirnexê nedîtine. Em li Şirnexê her kes hev nas dikin û em weke malbatekê ne. AKP bi vê dîzanynê dixwaze destnîşan bike ku ew li Şirnexê xurt e. Heta em li Şirnexê bin û Kurdek hebe wê zordest û dagirker li Şirnexê xurt nebin. Ev baweriya me bi gel û çanda me ya berxwedanê heye. Lê AKP bi şerê psîkolojîk dixwaze nîşan bide ku ew li Şirnexê xurt e. Çapemeniya wan, pênûsên şûrên hikumetê nikarin li Şirnexê AKP'ê xurt bike. Botan keleha berxwedan û têkoşînê ye."

'DEWLET BI XWE CERDEVANAN DIXE KEMÎNÊ'

Uren bang li kesan kir ku xizmetê ji dagirkeran re dikin û got, "Divê hûn ji çanda berxwedanê ya Botanê fedî bikin. Emrê dagirkeran kurt e û pir najîn. Yên ku li ser vê axê bi hev re bijîn em in, divê her kes li rastiya xwe veger. Dîrok wê kesî efû neke û her kes wê li pêşberî dîrokê were darizandin. Zordest ti carî nikarin gelan biparêzin. Kesên ku bikarin gelan biparêzin mezlûm in. Tevahiya raya giştî li Sêgirkê dît ku dewletê çawa cerdevanê xwe gulebaran kir. Li herêmê dewlet cerdevanan dixe kemînê. Ne xema wan e ku cerdevan bên kuştin. Cerdevan jî be di çavê dewletê de Kurd e. Em vê yekê dibîn û şahîd in. Divê cerdevan tev li xwe hişyar bin û neyên listîka dewletê. Polîtîkayên qirêj ên dewletê li ser cerdevanan heye. Gelê Botanê li hemberî polîtîkayên qirêj ên AKP'ê hişyare. Divê cerdevan jî li xwe vegerin. Em yek netewe ne û nebin beşek ji polîtîkayên qirêj ên AKP'ê re."

'AKP LI HERÊMÊ RÊ LI BER TIRYAK, FÛHÛŞ Û DESTAVÊTINÊ VEDIKE'

Uren diyar kir, AKP bi destê alîgirên xwe di nava civakê de madeyên hişbiriyê belav dike û ev tişt got: "Ji dîrokê heta niha tu welatiyên me navê madeyên hişbiriyê nedizanî. Niha jî AKP ji bo exlaqê civakê xera bike madeyên hişbirinê belav dike. Heta niha ji ber çand û exlaqê civakê kesê newêrîbû xetayekê bike. Sê sal in AKP dixwaze hemû qirêjiyên xwe li Şirnexê belav bike. Çanda tiryak, fûhûş û destavêtinê di nava civaka me de tine ye. AKP li herêmê rê li ber tiryak, fûhûş û destavêtinê vedike. Kesên ku van kiryaran dikin hemû jî endamên AKP'ê ne. Me ev yek li Şirnex, Cizîr, Silopiya û Qilabanê bi çavên xwe dît. Ji bo vê yekê tu ewlehiya gelê me li gel AKP'ê tine ye. Ewlehî û çanda me tenê li gel Têkoşîna Azadiyê ya Gelê Kurd e. Ji ber vê yekê ez bang li gelê me yê koç kiriye dikim ku vegerin ser axa xwe û em bi hev re li dijî van kiryaran li ber xwe bibin."