'Heta kêliya dawî jî li gelê xwe difikirîn'

Gerîla Adil Amed, di salvegera şehadeta wan de Şîrîn Elemhûyî, Ferzad Kemanger, Alî Heyderyan, Ferhad Wekîlî bi bîr anî û got, "Em ê her tim li ser şopa wan bin."

Adil Amed ku demekê bi Şîrîn Elemhûyî re li nava refên têkoşînê ma, ji bo Elemhûyî got, "Hevala Şîrîn sembola berxwedana rojhilat e."

Adil Amed got, "Sala 2010'an hevrê Ferzat Kemanger, Şîrîn Elemhûyî, Elî Heyderyan û Ferhad Wekîlî ji hêla rejîma Îranê ve hatin darvekirin. Hevala Şîrîn gerîla bû û bi giranî li çiyê dixebitî. Malbata wê welatparêz bû û bi xwe jî li gundan mezin bibû. Ji ber sedema zexta dijmin a li ser jinên Kurd beşdarî nava refên gerîla bû. Dixwest ji gelek aliyan ve bi dijmin re şer bike. Li ser vê esasê di nava xebatên civakî de cihê xwe girt. Bi vî awayî Ji aliyê rejîma Îranê ve di sala 2006'an de dîl hate girtin. Heya sala 2010'an li Tehranê li zindanê bû.

'TI CARAN RADEST NEBÛ'

Heta roja ku hatî darvekirin jî li hemberi pergalê li ber xwe da. Heta kêliya dawiyê jî bi rêka malbata wê nameyên wê digihîştin destê me. Di nameyên xwe de her behsa berxwedanê dikir û tu caran xwe radest nekir. Li gel hemû êşkence, zext û zoriyan jî bê ku êşên xwe li malbata xwe bihesîne li ber xwe dida. Ji bo coş û keyfa gel û malbatê danekeve êşkenceyên ku didît ranedigihand. Ev taybetmendiya hevrê Şîrîn Elemhûyi gelek hêja bû. Li ser kesayeta xwe gelek serwer bû û bi vî awayî heta dawiyê li ber xwe da.

Hevrê Şîrîn dema ku beşdarî nava refên gerîla bû di hemû aliyan de xwe bi pêş xist. Di warê xwendin û nivîsandin, lêkolîn û azadiya jinê de xwe kûr kiribû. Ev yek di jiyanê de jî diyar dibû. Dema ku hevalan li hevala Şîrîn dinêrî dizanîn ku xwe zehf kûr kiriye. Ev pêşketin bû sedem ku li zindanê li ber xwe bide û xwe radest neke. Dema hevala Şîrîn hat darvekirin gotinên xwe yên dawiyê jî ev bûn; 'dibe ku hun bikaribin canê min ji min bigirin lê hûn tu caran nikarin şerefa min ji min bigirin.

'ZAROKÊN KURDAN FÊRÎ ZIMANÊ KURDÎ BIKIN'

Ferzad Kemanger hevalekî welatparêz bû. Bi xwe ne gerîla bû, li dibistanê mamostetî dikir. Armanc û hêviya xwe ew bû ku zarokên Kurdan fêrî zimanê Kurdî bike. Ji zarokên malbatan re jî digot; pêwîste zarokên Kurdan li derveyî dîroka dagirkeriyê fêrî dîroka xwe bibin. Sekna welatparêziyê ya hevalê Ferzad gelekî xurt bû. Li dijî sîstema Îranê têkoşîneke xurt dimeşand.

Dewleta Îranê xwe li vê yekê ranegirt û bi endametiya rêxistina azadiyê ew girt. Heval Ferzad bi rêyên cuda têkilî bi malbatê û gel re danî. Hevalê Ferzad jî ji xwe re sekna hevala Şîrîn esas wergirt û digot, 'Çi dibe bila bibe doza me dozeke şaş nîne, me tu carî li hemberî sîstema Îranê çalakiyên eşkerî nekiriye, me rexneyên xwe bi şêwazên demokratîk anîne ziman'. Lê belê bi îdîaya 'tevlî çalakiyên leşkerî bûye' hatibû girtin. Hevalê Ferzad ti carî ji karê xwe poşman nebû.

'BILA DILÊ MIN DI SÎNGA ZAROKEKÎ DE LÊ BIDE'

Dema Heval Ferzad hate girtin bi dehan şagirtên heval Ferzad beşdarî rexistinê bûn. Hinek ji van hevalan şehîd ketin, hinek jî niha di nava tevgerê de ne. Ev jî berhemên heval Ferzad bû. Hevalê Ferzad nameyek pir hêja nivîsandibû û şand derve. Bi rastî ji her alî ve xwe feda kir ji bo vî gelî. Di nameya xwe de wiha dibêje, 'Bila dilê min di sîna zarokekî de lê bide'. Ev yek ji bo me pir watedar e. Heval Ferzad tevî ku heya şehîdxistin jî hewl da xizmete vî gelê bike, di kêliya dawî de jî li ser gelê Kurd difikirî. Heval Ferzad wek heval Şîrîn hêviya gelê me bû. Dagirker, zilimkar ti carî rê nadin hêviya gelek bê jiyîn. Xebat û tekoşîn bi hêsanî were meşandin."