'Hebûna me tirsê berdide dilê wan'

Gerîlaya YJA Starê Canfeda Tolhildan ku di Cenga Heftanînê de ye got, "Kobra her şev bombeyan li herêmê dibarîne. Wê her tim bi tirsa çalakiyên gerîla bijîn. Dibe ku hatibin Heftanînê, lê wê ji wan re bibe goristan."

Gerîlaya YJA Starê Canfeda Tolhildan ku di Cenga Heftanînê de ye, diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker qadên ku 16'ê Hezîranê bombardûman kir weke qadên gerîla nîşan dide, lê belê dewleta Tirk êriş dibe ser tevahiya Başûrê Kurdistanê.

Tolhildan diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide bi rêya vê operasyonê dagirkeriyê rewa bike û got, "Halbûkî gelê me yê Başûrê Kurdistanê divê hay ji vê hebe. Gelê me hêza me ye û em jî pêşengê wan ne. Bila dijmin nebêje 'Ez bi hêsanî ketime nava Heftanînê'. Ji bo xwe bigihîne ser girekî Heftanînê jî tenê çar kobra bi kar anî û bîst û çar saetan bênavber balafirên keşfê gerand û li her qadê berxwedana gerîla hebû."

Tolhildan ragihand ku li Xantûr, Şeşdara, Dûpişkê berxwedaneke cidî heye û got, "Bi qasî hejmara ku hatin ewqasî jî windahî dan. Nikarin cenazeyên xwe jî bibin. Di operasyonê de ne tenê leşkerên Tirk hene, her wiha cerdevan û DAÎŞ'î jî hene. Dema ku em wan dikujin cenazeyên wan li cih dimînin û artêşa Tirk ji ber vê yekê windahiyên xwe vedişêre."

Tolhildan diyar kir ku artêşa Tirk cenazeyên leşkeran dibin, lê belê cenazeyên cerdevanan û çeteyên DAÎŞ'ê dihêlin.

XANTÛR QADA BERXWEDANA MEZIN E

Tolhildan bal kişand ser berxwedana mezin a li Xantûr û Şeşdarayê û got, "Van berxwedana nîşan da ku em çiqasî bi biryar in, çawa li ber xwe didin û şer dikin. Hevalên me Amara, Zeryan, Şoreşger şehîd bûn, wan berxwedan û moral ji me re hiştin. Mîna şehîd Zîlan."

Gerîlaya YJA Starê Canfeda Tolhildan diyar kir ku gerîla taktîka şer diguherîne, êrişên artêşa Tirk ên bi teknîkê têk dibe û got, "Her ku ev teknîka giran tê bikaranîn, îradeya me xurt dibe. Her roketek qat bi qat îradeyê xurt dike. Bêguman me rastiya dijmin careke din dît."

'GERÎLA LI HER CIHÎ YE, LI NE TI CIHÎ YE'

Tolhildan anî ziman ku artêşa Tirk her şevê cihekî bombe dike û got, "Ev yek nîşan dide ku çiqasî ditirsin. Bi tirsa 'gelo wê niha gerîla bê, hat, waye tê' tevdigerin. Gelê me yê Başûr bila ji polîtîkayên wan ên şerê taybet, ji teknîka wan netirse. Gerîla bûya kabûsa artêşa Tirk. Ji ber ku gerîla li her cihî ye, lê ne li ti cihî ye. Ev çiya yê me ne û pêngava Heftanînê wê bi ser bikeve."