Guven û Farîsogûllari hatin girtin

Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê  Leyla Guven û Parlementerê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farîsogûllari yên îro li Meclîsê wekîliya wan hate betalkirin hatin girtin.

Îro piştî di derbarê Parlemetera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven û Parlementerê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farîogûllari de ku wekîtiya wan hate betalkirin û şûde Serdozgeriya Komarê ya Amedê biryara girtinê wan derxistibû.

Parlementerê HDP'ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari li Qereqola Pîrînçlîkê ya li ser rêya Amed-Rihayê ye hat girtin. Farisogûllari ji Amedê ber bi Enqereyê ve diçû.

Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven jî li mala xwe ya Amedê hate girtin.