Grevên birçîbûnê yên ji bo azadiya Ocalan dest pê dikin

NAV-DEM'ê li ser grevên birçîbûnê ku wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk werin û ji 23 heta 27'ê Nîsanê bidomin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku di navbera 23-27'ê Nîsanê de wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek çalakî bêne kirin.

NAV-DEM'ê bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha dewam kir: "Dîktatoriya Erdogan-Bahçelî bi sîstema Îmrlaiyê re dixwaze Tevgera Azadiyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşengiyê jê re dike, tasfiye bike. Em baş bi vê rastiyê zanin; Sîstema Îmrailyê rejîmeke êşkenceyê ye ku ji bo şikandina îradey aazadiyê ya Kurdan ji aliyê DYA, Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê ve hatiye avakirin. Bi îdeolojiya azadiyê ya Ocalan re Kurdan dev ji rola piyonbûnê berdane û Birêz Ocalan li Rojhilata Navîn bûye aktorekî girîng. Ji ber vê yekê sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê roj bi roj tê şidandin."

JI BO ÇALAKIYAN BANGA TEVLÎBÛNÊ HATE KIRIN

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, destûr nayê dayin ku Ocalan malbat û parêzerên xwe bibîne û hate gotin, ji bo şikandina tecrîdê û pêkhatina azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê gelek çalakî bêne kirin. Di dewama daxuyaniya NAV-DEM'ê de hate gotin, "Di çarçoveya kampanya 'azadî ji Ocalan re' wê gelek çalakî bên kirin. Li ser vê bingehê em bang li gelê me yê welatparêz, dostên xwe, rêxistinên entrenasyonalîst û sosyalît ên li Ewropayê, bi taybetî yên li Elmanyayê dikin ku bi xurtî tevlî meş û çalakiyên din bibin."

Li gorî daxuyaniya NAV-DEM'ê cihê grevên birçîbûnê yên li Elmanyayê wiha ne:

BERLÎN

Ji 23 heta 27'ê Nîsanê wê li pêşiya dêra hilweşiyayî ya li meydana Kurfuerstendamm a li navenda bajêr, her roj ji saet 12:00 heta 18:00 çalakî bê kirin.

BREMEN

Di navbera 23-27'ê Nîsanê de saet 14:00 wê li Marktplatzê (Li pêşiya parlamentê) pêk were.

HANNOVER

Di navbera 23-27'ê Nîsanê de saet 12:00 wê li Ecke Steintorplatz Hoehe der Targo Bank 30159 pêk were.

KOLN

Di navbera 23-25'ê Nîsanê de saet 12:00 wê girseya gel li Rudolph Platzê li hev bicive û ji saet 15:00 û pê ve li ber Dom HBF dest bi meşê bike. Ji saet 19'an û pê ve wê çalakî li komeleyê bidome.

Ji Bavyera / Baden-Wuertemberg / Hessen û Saarland'ê jî wê girseya gel tevlî çalakiya nobedê ya li Strasbourgê bibin.