Greva birçîbûnê ya mirinê kete roja 65’an!

Sazî û rêxistinên sivîl ên Wanê li hev civiyan û banga baldarî û hişyarî kirin ku greva birçîbûnê ya mirinê ya girtiyên siyasî li girtîgeha Tîpa F a Wanê dayî destpêkirin ketiye roja 65’an.

Baroya Wanê, TÛHAY-DER, Şaxa ÎHD’ê ya Wanê, Odeya Tabîban a Colemêrgê, Nûnertiya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê ya li Wanê û Platforma Hiqûqnasên Azad civîneke hevpar a çapemeniyê pêk anîn. Di civînê de rewşa çalakvanên greva birçînê ya li Girtîgeha Tîpa F Ya Wanê ji bo zextan protesto bikin çalakî dabûn destpêkirin, hate nirxandin û di derbarê girtiyê siyasî Kadîr Karabak û Esat Nacî Yildirim de, daxwazên wan û rewşa wan a tendirûstiyê raya giştî hate agahdarkirin.

'CIHÊN KU HERÎ ZÊDE BINPÊKIRIN TÊN KIRIN GIRTÎGEH IN'

Serokê baroya Wanê Zulkukf Ûçar di civînê de axivî û anî ziman ku rewşa awarte û pêvajoya piştî wê polîtîkayên çewisandin û zextên li ser civakê li her devera jiyanê tên meşandin. Ûçar got, "Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li dijî girtiyan tên kirin her ku diçe zêde dibin. Weke ku wê ji raporên hatî weşandin, tesbîtên hatî kirin, û bûyerên di çapemeniyê de derketî bê fêmkirin girtîgeh bûne cihên ku tu kes nikare lê bijî. Pêkanînên li girtîgehan tên kirin ji mafê mirovan û rûmeta mirovan dûr in. mînaka vê ya dawî li girtîgeha tîpa F a Wanê tê jiyîn.”

ROJIYA MIRINÊ KETE ROJA 65’AN

Ûçar wiha domand, "Girtîgeha Tîpa F a wanê herî dawî bi têlên strî, hewşên hucreyan hatine girtin. Li girtîgehê tenê cihê ku girtî bikaribin hewayê paqij bigirin jî vi vî awayî hatine girtin. Ev jî asta binpêkirina mafan radixe ber çavan. Lewre girtiyên bi navê Kadîr Karabak û Esat Nacî Yildirim ji bo zext, çewisandin pêkanînên li girtîgehê protesto bikin di 17’ê Tebaxa 2018’an de ragihandibûn ku dikevin rojiya mirinê. Di derbarê mijarê de baroya Wanê û Platforma hiqûqnasên azad cuda cuda rapor amade kirine.”

DI DEMA ROJIYA MIRINÊ DE ANKETA XWARINÊ!

Ûçar anî ziman ku di hevdîtinên de Kadîr Karabak û Esat Nacî Yildirim a bi parêzerên xwe re ragihandine ku ji roja dest bi grevê kirine û pêde rêveberiya girtîgehê ew xistine tecrîdê. Dîsa nameyên ku girtiyan ji saziyên mafê mirovan re hatî şandin rêveberiya girtîgehê dest danîne ser, her roj di ser hucreyên wan de hatiye girtin. Ûçar got, "Li hemberî girtiyên di rojiya mirinê de ku ketiye roja xwe ya 65’an, helwesta gardiyanên girtîgehê dijmirovane ye. Personelê girtîgehê anketên naveroka wê, ‘Li gorî we divê li girtîgehê kîjan xwarin bê çêkirin’ hatine kirin.

DAXWAZÊN ÇALAKVANAN

Ûçar daxwazên girtiyan wiha rêz kirin:

“Divê demildest têlên sitrî yên li ser hewşên hucreyan hatî danîn bê rakirin û dawî li hişmendiya kozikê ya li dijî mirovahiyê ye dawî bê anîn; di bin navê lêgerînê de sibe û êvar dawî li belavkirina hucreyên girtiyan bê anîn, pirtûk, rojname û çavkaniyên lêkolînê yên girtiyan ku tên desteserkirin demildest bên dayîn; her wiha nameyên ji girtiyan re tên û ne xwedî tu naveroka îdeolojîk û rêxistinî ne, bên  dayîn.”

‘PIRSGIRIKÊN GIRAN ÊN TENDIRÛSTIYÊ HENE'

Ûçar got, ku li girtîgehê pirsgirêkên giran ên tendirûstiyê rû didin.

Ûçar got ku ji bo rewşa Kadîr Karabak û Esat Nacî Yildirim di serî de Wezareta Dadê, sazî û dezgehên pêwendîdar demildest gavan bavêjin û pêkanînên ku rê li ber rojiya mirinê ya girtiyan vekirî, dawî lê bên anîn.