Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê di roja 2. de ye

Greva birçîbûnê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê di roja 2. de ye. Nûnerên saziyan û şêniyên kampê bi rengekî girseyî serdana çalakiyê dikin.

Greva birçîbûnê ya gelê Penaber ên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ku di bin sîwana Meclîsa Gel û Îştarê de hatibû destpêkirin, di roja 2’an de didome. Çalakvanan bang li sazî û rêxistinên Kurd kirin ku tevlî çalakiyê bibin û yekîtiya Kurdan saz bikin.

Çalakvanên greva birçîbûnê ji ANF’ê re axivîn.

‘YEKÎTIYA NETEWEYÎ ÇARESERÎ YE’

Sufî Tahir Sîdar: Armanca me ya sereke ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Apo û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li gelê Kurd bi taybet Şengal û Mexmûrê ye. Ji bo li dijî êrîş û kiryarên hovane yên li ser gelê Kurd, em bang li hemû sazî û rêxistinên Kurd dikin û dibêjin çareseriya yekane yekîtiya neteweyî ye. Hêz û biryardarî ya me ye, em vê nekin kes ji bo me çareseriyê nayne. Her wiha em bang li CPT, Saziyên Navneteweyî û Yekîtiya Ewropa dikin ku bi erka xwe rabin û xwedî li hiqûqa ku wan bi xwe dayî çêkirin derkevin û berpirsyartiya xwe ya ji bo mafê mirovan bi cih bînin.

‘HER KURDEK DIVÊ TEVLÎ ÇALAKIYÊ BIBIN’

Rebîa Germavî: Di serî de em çalakiya Leyla Guven silav dikin û piştgiriyê didinê. Dîsa li gel vê ji bo protestokirin û bidawîkirina tecrîda giran a li ser Rêberê Apo ye, me dest vê çalakiyê kiriye. Di heman demê de diviyabû Hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê li dijî van kiryaran bêdeng nemîne. Bang li hemû Kurdên bi şeref dikim ku tevlî çalakiyan bibin, piştgirî bidin çalakiya Leyla Guven û xwedî li Serok Apo derbikevin.

‘TENÊ SEROKATIYA ME DIKARE ME RAWESTÎNE’

Rûbar Spîndarokî: Ev demek pir dirêj e agahî ji Serok Apo nayê girtin û tecrîdeke pir giran li ser tê kirin. Bi vê yekê weke wargeha Şehîd Rustem Cûdî jî me dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Her wiha piştgirikirin û silavkirina çalakiya Leyla Guven ku ev kete roja 40’î ya grevê ye. Li hemberî vê êdî wijdana kesî ranagire li mal rûne ji bo wê her kesê rabûye ser lingan û divê em piştgirî bidin çalakiya Leyla Guven. Çalakiya me wê bidome, tenê Rêber Apo dikare me bide rawestandin. Tiştên ku dewleta Tirk dibêjin derew in, banga min ji bo gelê Kurd bi taybet gelê Bakurê Kurdistanê ye. Divê rabin ser xwe, ev xet xeta Mazlum Dogan û ya Kemal e ji bo vê divê em li ser lingan bin. Ev çalakiyeke pîroz e ji bo mafê xwe canê xwe didin mirinê. Divê saziyên mafê mirovan bi leztirîn demê bikevin tevgerê û dawî li tecrîdê bînin.

‘JI BO KUŞTINA KURDAN ÇEK, CEBILXANE Û PERE DIDIN’

Hevserokê Meclîsa Gel Huseyîn Kara: Her Kurdistaniyekî/e bi rûmet û şeref pêwîst e li dijî êrîş û tecrîda giran a li ser Rêber Apo rabe ser lingan û bikeve nav tevgerê. Li hemberî êrîşan di serî de dewletên ku qaşo xwe weke dewletên mafê mirovan û hiqûqa însanî didin nîşandan, çavê xwe ji êrîşên li ser Kurd û Kurdistanê re digirin. Çek, pere û amûrên kuştinê didin dijminên Kurdan.Dewleta Tirk ji bo di raya giştî de êrîşên xwe meşrû bikin, derewan dikin.Ev wargeh wargeheke sivîlan e, ji jin zarok û welatiyên sivîl pêk tên. Saziyên navdewletî vê wargehê weke penaberên siyasî pejirandiye û divê xwedî li biyar û peymanên xwe derbikevin. Çawa ku rewşeke wiha hebe ev wargeh hemû weke ‘terorîst’ tên pênasekirin. Axa Iraqê û serweriya wê hatiye binpêkirin, divê Iraq bi ciddî xwedî helwest be. Ev wargeh 300 kîlometre ji Tirkiyeyê dûr e, wê çawa xeteriyek hebe li ser Tirkiyeyê? Ji bo êrîşên xwe meşrû bikin hinceta ewlekariyê derdixin. Dewleta Tirk ji bo wargehê vala bike van êrîşan dike.