Girtiyên PKK'ê û PAJK'ê deklarasyon dan

Girtiyên PKK'ê û PAJK'ê têkilî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan deklarasyonek dan. Girtiyan gotin daxwazên wan ên bi 7 xalan heta ku bi cih neyên ew ê çalakiya xwe bidomînin.

Li ser navê girtiyên PKK'ê û PAJK'ê ku li zindanên Kurdistanê û Tirkiyê rehîn in, Denîz Kaya deklarasyonek da.

Di deklarasyonê de ya girtiyan wiha hate gotin:

''Newroz a ku bûye serfiraziya gelên ku li dijî zilma zaliman li ber xwe didin, bi rengê serhildanê, serketinê û berxwedanê mizginiya hatina biharê dide gelan, mîna lehiyeke coşiyê vedibêje ku berxwedan bi ser dixîne. Gurzê Kawa ê ku bi ser mêjiyê dîktatore zalim de daweşiyaye, ji jiyaneke wekhev û azad re ya gelê ku bûye Newroz bûye nav, ku li dijî zextê, talanê, zilmê gotiye, êdî bes e, û li ber xwe daye. Pîrozkirina Newrozê ya mîna lehiyeke coşiyê, peyameke pir zelal daye rejîmên dîktatoriya faşîst a qirker û gotiye, me ti caran dev ji berxwedanê neqeriyaye. Ji ber ku, gelê ku bûyî Newroz, di dorpêça qirkrinê de derketiye holê û bi berxwedanê nasnameya xwe ditiye.

Niha ku em di erefata Newrozê de ne, em gel û tevger bi coşî, bi xwedîderketina li Newrozê hêvî û serfiraziyê bi berxwedana gelê ku bûye Newroz pîroz dikin. Gotina Rêbertiya me, ''PKK partiya Newrozê ye'' wate û giringiya  PKK'ê ya ji bo gelan datîne holê. Partiya me PKK ku di dorpêça faşîzmê de derketiye holê, zora hişmendiya zor a zorê biriye û civakîbûna xwe parastiye. Ji bo vê jî, ji Mazlûm Dogan heta bi Zekiya, Ronahî û Bêrîvanan ku li zindanên faşîzmê bi dirûşma ''teslîmbûn mirov dibe îxanetê, berxwedan dibe serfiraziyê'' nemir bûne, em şehîdên xwe yên Newrozê bi hurmet û minet bi bîr tînin û di şexsê wn de, Newroza Rêbertiya me, ya şehîdên me yên leheng, a gelê xwe û hevrêyên xwe yên gerîla pîroz dikin. Newroz li hêlekê mizginiya biharê ye û li hêla din, dibe ew roja ku ji bo rejîmên faşîs û qirker tirsê ava dike.

Bûyera berxwedanê ku bûye naveroka hemû xweşikiyên berz ên ku têkoşîna me ya azadiyê derxistî holê, di her cihê girîng ê jiyana demokratîk û azad û gelan geriyaye. Ji bo vê jî, felsefeya geşedana diyalektîf a dîroka me ya berxwedanê, qebûl nake ku em serê xwe ji faşîzmê re bitewînin, bi xwedayineke mezine, bêrîkirina li jiyana demokratîk û azad a gelan, her demê, li her cihî bi berxwedanê pêk aniye û ji vê qut nebûye.

EM DADGEHÊN AKP-MHP'Ê BOYKOT DIKIN

Em girtiyên PKK'ê û PAJK'ê yên ku li zindanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê têne girtin, ji bo ku rejîma faşîst di serî de tecrîda li ser Rêbertiya me rake, bibe xwedî şertên jiyan û xebata azad, em ê berxwedana xwe bi biryardarî bidomînin. Di qonaxa berdest de,hikûmeta AKP-MHP'ê bi gavên ku yasayên xwe binpê dikin û li ti normên hiqûqî nayên, ti meşrûiyetê wê nemaye ku li ser Rêbertiya me tecrîdê deynin. Hişmendiya hiqûqê û dadmendiyê ya Komara Tirkiyê, di şexsê desthilata AKP-MHP'ê de hejijiye û ti aliyê wê yê serbixwe nemeya. Ji ber vê sedemê, em ên ku di nav berxwedaneke wiha de ne, em dixwazin diyar bikin ku em dadgehên AKP-MHP'ê boykot dikin û dernayên dadgehan. Tê zanîn ku di pêvojaya çalakiyê de ti fikara me ya dadgehê tine, em derkevin derve jî em ê çalakiya xwe bidomînin. Bi vê çarçoweyê, divê were zanîn em ê derneyên ber dadgehê, heke zorê bi kar bînin û me bibin jî em ê parastinê nedin.  Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê berxwedana xwe ya greva birçîbûnê bidomînin. Debdebeya berxwedana me ji dîwarên zindan û dadgehan derbas bûye,  li dijî vê bêdadiyê bi berxwedanê me daxwaza xwe ya rewa û helwesta xwe nîşan daye.

Di rewşa berdest de tekane rêya ku Tirkiyê ji kaosê û krîzê derxîne çareseriya pirsa Kurd û demokratîkbûna Tirkiyê ye. Rêya vê jî ew e ku Rêber Apo muxatab were dîtin û bi wateyeke rastîn pêvajoyeke çareseriyê were destpêkirin. Ji bo vê jî divê rewşa tendiristiyê ya Rêber Apo baş be, divê xwedî şertê tendiristiyê, xebata azad be. Bi vê çarçoweyê bi rengekî zelal derketiye holê ku derxistinya ji Imraliyê û heps di malê de jî di nav de, divê di şertên guncav de hevdîtin werin kirin.

EM Ê ÇALAKIYA XWE BI BIRYARDARÎ BIDOMÎNIN

Tecrîda li ser Rêbertiya me, nîşan dide ku konsepta giştî ya îmha û qirkirinê sazkar e. Tekana rêya şikandina vê konseptê rakirina tecrîda li ser Rêbertiya me ye. Ji bo vê jî, em girtiyên PKK'ê û PAJK'ê em greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger bi biryardarî didomînin. Bi encamî; xalên ku li jêrê têkilî tecrîdê e mê deklara bikin, divê kêlî beriya kêliyekê werin bicihanîn û werin domdadrkirin.

DAXWAZÊN GIRTIYAN

Li gorî vê;

1-Bi çarçoweya yasayên berdest mafekî rewa ye ku Rêbertiya me malbata xwe û wasîsê xwe bi rengekî perîyodîk bibîne û divê ev neyê astengkirin.

2-Divê Rêbertiya me bi rengekî periyodîk parêzerên xwe bibîne û ev qut nebe.

3-Divê Rêbertiya me bi çarçoweya yasayên berdest bikaribe bi malbata xwe re bi telefonê biaxive, bikaribe name, faksê û hwd. bişîne her deverê an jî ev neyê astengkirin û ev mafê sereke neyê birîn.

4-Divê mafê radyo û tv'yê ya Rêbertiya me bi mîsogerî neyê astengkirin û rojane, hemû rojname, kovar, pirtûk û hwd. yên ku dixwaze werin bicihanîn.

5-Divê Rêbertiya me bi perîyodîk bikaribe hevalên xwe bibîne û ev mafê yasayî neyê astengkirin.

6-Ji bo ku şertên jiyana bi tendiristî ya Rêbertiyame were çêkirin, ji hêla şandeyên serbixwe ve şertên tedawiyê werin bicihanîn.

7-Ji bo ku di çareseriya bi demokratîk û aştî de ya li ser pirsa Kurd û di demokratîkbûna Rojhilata Navîn de Rêbertiya me bi risteke çalak rabe, divê asteng werin rakirin, şertên jiyana azad û xebata azad were bicihanîn.

Di normên hiqûqa gerdûnî de cihê van hemû daxwazan heye û li ber pêkhatina wê ti astengî tine. Lê ku hikûmeta berdest di vê mijar3e de ji rewşa astengbûnê derkeve, li ber destê çavdêran gavan bavêje ku van xalên ku me li jor destnîşan kirine bi cih bîne û domdariya vê pêk bîne, em ê jî li ber destê navbeynkaran û çavdêran em ê di raya giştî de çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger bi cih bînin. Berevajî heta ku tecrîda li ser Rêbertiya me bidome berxwedana me wê bidome. Di rewşeke wiha de ku hevalên me şehîd bibin ji rewşê hikûmeta AKP-MHP'ê wê berpirs be. Divê hemû gelê me û raya giştî vê wiha bizanibe.''