Girtiyê li hucreya yek kesî dîl dihate girtin, şehîd bû!

Ramazan Tûran ê 70 salî ku li hucreya yek kesî dîl dihate girtin, şehîd bû.

Ramazan Tûran ê 70 salî ku li Girtîgeha Ewlekariya Bİlind a Wanê li hucreya yek kesî di hucreyê de dihate hiştin, şehîd bû. Hate ragihandin ku Tûran ji ber krîza dil şehîd bûye.

Tûran beriya 20 rojan bi îdîaya "endametiya rêxistinê" cezayê 6 sal û 3 mehan ê lê hatibû birîn, hatibû pejirandin û piştre hatibû girtin.

Rêveberiya girtîgehê li malbata Tûran geriya û jê re got ku jiyana xwe ji dest daye.

Cenazeyê Ramazan Tûran ji bo otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî.

Kurê Ramazan Tûran Huseyîn Tûran li ser mijarê agahî da û diyar kir ku bavê wî 20 roj piştî girtinê di bin navê karantînayê de xistin hucreyekê.

Huseyîn Tûran ragihand ku ti nexweşiyek bavê wî tune bû û got, piştî wergirtina cenaze wê gilî bikin.

Huseyîn Tûran got, "Em li benda encama otopsiyê ye. Piştre em ê cenazeyê bavê min li navenda Colemêrgê veşêrin. Tevî ku rayedaran gotine krîza dil, lê em nizanin bê bavê min çawa miriye. Em tenê zanin ku 20 roj in di karantînayê de bû."