Gerîlayên YRK’ê 4’ê Nîsanê pîroz kirin

Gerîlayên Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li herêmên xwe 4’ê Nîsanê bi merasîmekê pîroz kirin. Fermandarê YRK’ê Şoreş Alan derbarê wateya rojê axivî.

Gerîlayên Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li herêmên xwe bi merasîmeke leşkerî 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, her wiha salvegera damezirandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) pîroz kirin.

Di merasîmê de endamê Fermandariya YRK’ê Şoreş Alan ev roje weke du cejnan pênase kir û li Rêberê gelê Kurd, Rêberê mirovatiya azad û têkoşer, her wiha di şexsê dayîka Uveyş li hemû dayîkên Kurdistanê û dayîkên şervanên azadiyê pîroz kir. Di heman demê de Alan bal kêşande ser li pey xwe hiştina 16 sal tekoşîna PJAK’ê ya li Rojhilatê Kurdistanê ya bi pêşengtiya Akîfan, Dilxwazan, Zîlanan, Hêrişan, Şîrînan, Hêminan û bi sedan şoreşgerên din ên çar parçeyên Kurdistanê û ciwanên azadîxwazên yên cîhanê pêkhatî û da zanîn ku 17’mîn sala têkoşîna azadî û demokrasiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê destpê dike.

Şoreş Alan wiha berdewam kir: “Di pêvajoyeke wiha de ku Rojhilata Navîn di nava şerekî bi xwîn re derbas dibe de, zêdetirî 200 sal in ku Kurdistan di nava agir de derbas dibe û dagirkeriya li ser gelê Kurd her wiha înkara çand û nasnameya Kurd berdewam dike û dixwazin wê siyaseta xwe ya qirêj bidomînin, lewma em qonaxeke nû ya têkoşînê dest pê dikin.”

Alan ragihand: “Îro em ji her demî zêdetir bi hêz in, bi fikra Rêber Apo, bi fikra azadiyê, bi ruhê serkeftinê û hêzgirtin ji şehîdên Kurdistanê û gelê me yê welatparêz, her wiha bi tevlîbûna ciwanên Kurd û hemû gelên din ve dihêle ku hêvî û baweriya me ji her demî zêdetir û bihêztir bibe.”

Şoreş Alan di dawiya axaftinên xwe de got: “Di rojekî weke îro em soza xwe ya têkoşîn û xebatê ya li Rojhilatê Kurdistanê ji bo pêkanîna Kurdistanekî azad û Îranekî demokratîk dubare dikin. Her wiha bang li gel dikin ku xwe birêxistin bikin û gelên din ên Îranê Fars, Azerî, Belûç, Ereb û hemû beşên din ên civakê jî tevlî refên têkoşînê bibin. Ji bo avakirina welatekî azad, jiyanekî wekhev, parastina welat û yekîtiya gelan bang dikin ku tevlî nava refên gerîla bibin.”