Gerîlayên YJA Starê: Em ê bi têkoşînê bi ser bikevin û azad bibin

Gerîlayên YJA Starê diyar kirin ku tevlîbûna jinan a li nava têkoşîna azadiyê bersiva herî mezin a li koletiya jinê û sîstema wê ye. Gerîlayan ji bo têkoşîna rêxistinbûyî bang li jinan kirin û gotin, "Em ê azadî û serketinê bi têkoşînê bi dest bixin."

Gerîlayên YJA Starê destnîşan kirin ku wê têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP'ê mezin bikin û diyar kirin, ku têkoşîna îdeolojîk û çekdarî ya ku ew niha li çiyê didin, ji bo jinan hemûyan e.

Gerîlayên YJA Starê bi wesîleya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya navneteweyî ji ANF'ê re axivîn.

Gerîlaya YJA Starê Dîcle Amed anî ziman, ku jinên Kurd li dijî her cûre tundiyê ne û bal kişand ser qirkirina ku mêtinger li çar parçeyên Kurdistanê ferz dikin û got, "Me artêşa xwe, hêza xwe ya xweparastinê ava kir. Em ne tenê artêşa jinên Kurd in, em artêşa xweparastinê ya jinan hemûyan e. Em ê zext û zilmê bi ti awayî qebûl nekin."

Gerîla Dîcle Amed diyar kir ku wezîfedarên dewleta Tirk bi zanebûn êrişî jinên Kurd dikin û got, "Divê dayikên me qiyametê rakin. Jin divê kolanan bikin qadên çalakiyê. Divê neyê jibîrkirin ku jin welat e, exlaq e, jiyan e, ziman e, civakîbûn e, çand e. Êrişa li dijî jinê êrişa li dijî civakê û nirxan hemûyan e."

'DIVÊ DIJMIN BÊ NASKIRIN, TÊKOŞÎN BÊ MEŞANDIN'

Evîn Efrîn jî ragihand ku ew şopdarên Bêrîtan û Zîlan in û destnîşan kir ku bi navê gerîlayên YJA Starê wê têkoşîna xwe ya li dijî faşîzma AKP-MHP'ê mezin bikin. Evîn Efrîn diyar kir ku ew ê her roja salê weke 25'ê Mijdarê bibînin û bi vî rengî li ser piya bin.

Evîn Efrîn destnîşan kir ku dijmin hewl dide jinê ji aliyê fikrî, fîzîkî û çandî ve bitepisîne, dest deyne ser azadiya wê û got, "Em ê ti carî serî li ber sîstema faşîst netewînin. Divê em têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî xurt bikin. Têkoşîna îdeolojîk û çekdarî ya ku em niha li çiyê dimeşînin ne tenê ji bo jinên Kurd e, ji bo jinên Rojhilata Navîn û jinên cîhanê hemûyan e. Bi taybetî jin ên ciwan divê li dijî şerê taybet ê dijmin hay ji xwe hebin û xwe biparêzin."

'SERKETIN BI TÊKOŞÎNÊ DIBE'

Gerîlaya YJA Starê Arzeba bal kişand ser girîngiya paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku hêza jinê ya rêxistinbûyî ava kir û got, "Me; jinan berê xwe dan çiyayên Kurdistanê, berê xwe dan Rêber Apo. Tevlîbûna me jinan li nava têkoşîna azadiyê bersiva herî mezin a li koletiya jinê ye. Jin heta ku xwe neparêzin nikarin bi rengekî rast têbikoşin. Jin kengî bi hêza xwe hesiya, hingî wê rastiya xwe bibîne. Bang li jinan hemûyan dikim ku têkoşîneke rêxistinbûyî bimeşînin. Em ê azadî û serketinê bi têkoşînê bi dest bixin."