'Em ê dagirkeriya dewleta Tirk di nava 'Pençe' de bifetisînin'

Gerîlayên di 'Cenga Heftanînê' de ne destnîşan dikin ku wê Heftanînê li dagirkeriya Tirk bikin goristan.

Gerîlayên HPG û YJA Starê yên di pêngava 'Cenga Heftanînê' de li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe didin, qala pêngavê kirin.

Gerîlaya YJA Starê Azê Erdal got, "Axa me wek dayîk e, ji ber vê emê ti carî nehêlin dijmin li ser axa me be."

Azê Erdal diyar kir, "Ev demeke dijmin operasyona 'Pençe 3' dimeşîne. Dema ku dijmin dest bi operasyonê kir derbên mezin xwar, heta niha jî çalakiyên me dewam dikin. Li gelek qadên Parastina Medyayê jî operasyon didomin, lê hêza wan tineye ku bi gerîlayên azadiyê re şer bikin. Ji ber vê tenê bi rêya teknîkê dixwazin pêşde werin. Li Heftenînê jî me dît, heke teknîk nîn be gavekî jî nikarin pêşde werin. Li cîhekî ku dixwazin dagir bikin tenê teknîkên xwe bikar tînin lê ti carî encam negirtine û ti carî jî nagrin. Her dem çalakiyên bi bandor tên kirin û derbên giran li dijmin didin."

Gerîlaya YJA Starê Azê Erdal li qada Partîzan cihê xwe digre û çalakiyên encamgir ên gerîla nirxand, "Li qada Partîzan jî çalakiyên bi bandor tê kirin. Di encamê de çekên dijmin jî hat rakirin . Ev jî nîşan  dide ku hêza dijmin nîne ku beramberî me şer bike. Di Cenga Heftenînê de binkeftinê dijmin mezin e. Ji bo şikandina vê dagirkeriyê çi ji destê me bê em ê bikin û vê axê ji wan re bikin gor. Em wek hêzên Heftenînê, li hember êrîşên ku li ser Başûrê Kurdistanê û bi taybetî li ser herêma Heftenînê tên kirin, çi ji destê me bê em ê bikin û bi ser bikevin. Ax dayîk e, bê ax mirov nikare bijî. Ê ku ruh, can û hêz dide me axa me ye. Heya ku dijmin li ser axa me be em ê ti carî ranawestin, em ê her dem şer bikin, heya ku dagirkeriya dijmin tine bikin."

'BI RUHÊ ÇÎÇEK Û RÛBARAN WÊ DAGIRKERÊN FAŞÎST TÊK BIÇIN'

Gerîleyeke din a bi navê Solîn Karayazi li hember êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk bersivdana gerîlayan nirxand û got, "Em ê ji bo tolhildana şehîdên xwe şer bikin, bersiva dijmin bidin."

Gerîla Solîn di dewama axaftinê xwe de serketinên Cenga Heftanînê nirxand û got, "Em wek gerîlayên YJA Starê li hember vê dagirkeriyê cihê xwe di nava Cenga Heftenînê de digrin. Operasyon û êrîşên dijmin bi dijwarî dewam dike. Li beramberî vê bersiv tê dayîn. Ruhê Rubar û Raperînan ti carî li Heftenînê xilas nabe. Em ê ji bo tolhildana şehîdên xwe şer bikin, bersiva dijmin bidin. Bila dijmin vê baş bizanibe, em ê di nava Pençe de wana bifetisînin. Wiha bi hêsanî nikarin li ser axa me bin. Ruxmê teknîkê wan jî heye lê bi vê teknîkê xwe jî têkçûne. Ti carî li hember îdeolojî û felsefeya Apo’yî nikarin bisekinin. Em ê axa Kurdistanê ji wan re bikin goristan. Bi ruhê şehîdan ve em ê bi ser bikevin. Îdda me mezin e, em ê tola şehîdan rabikin. Bi taybetî wek jin di nava vê Cengê de li beramberî dagirkeriyê şer kirin û berxwedan hêza me hîn mezintir dike. Em di nava vê hemleyê de di heman demê de tola hemû jinan jî digrin. Em bi hêrseke mezin di ser dijmin de diçin. Dijmin her roj li ser qirkirina Kurdan plansaziyên qirêj dike, lê bi şerê gerîlayan ve hat îspat kirin ku dijmin ti carî nikare bigihîje encamê ku hêvî dike. Bi taybetî di şerê Heftanînê de jî ev hat îspat kirin. Em ê bi ruhê Çîçekan biçin ser dijmin û nehêlin ku dijmin li ser axa me bi rehetî jiyan bike."

'JI BO ŞIKANDINA DIJMIN EM Ê ÇALAKIYÊN XWE HÎN MEZINTIR BIKIN'

Gerîlayekî HPG’ê bi navê Mazlum Azad di derbarê Cenga Heftanînê de nêrînên xwe anî ziman û got, "Dijmin bi operasyona dagirkeriyê dixwaze axa me dagir bike lê em wek gerîlayên Heftanînê nehêlin dijmin pêşde bê û wana tine bikin. Em ê bi tevlîbûna vê hemleyê re bibin bersivê Serok Apo û vê demê. Ji bo şikandina dijminê hewcehî bi çalakiyên mezin heye, em ê jî çalakiyên xwe hîn mezintir bikin û bi ser bikevin. Heta niha jî çalakiyên me bi serketî dimeşin. Wek milîtanên Rêber Apo em ê ti carî tecrîda li ser Rêber Apo qebûl nekin û li hember vê têkoşîna xwe mezintir bikin û xwe tevlî vê pêvajoyê bikin. Dijmin her tim bi rêya şerê taybet dixwaze raya giştî bixapîne, lê belê gerîla bi çalakiyên xwe yên serketî rastiyên heyî di dîrokê de dinivsîne. Gerîla li serê çiyayan her tim şerê xwe dewam bike. Çiyayên me parastina me dike. Em ê nehêlin dijmin bi rehetî li ser axa me be, em ê heta serketinê şer bikin û nehêlin dijmin axa me dagir bike. Wek milîtanên Rêber Apo em ê hemû hêza xwe tevlî vê pêvajoyê bin û erkên xwe bicîh bînin."