Gerîlayên HPG’ê li Çelê kozikên artêşa Tirk rûxandin

Gerîlayan li herêma Ertûşê ya Çeleyê derbên giran li artêşa Tirk xist. Piştî derbên ku gerîla li artêşa Tirk xistin malzemeyên jiyanî û leşkerî yên artêşa Tirk kete ber dîmenên ANF’ê.

Gerîla li navçeya Çelê ya Colermêrgê li çiyayên Ertûşê derbên giran li artêşa Tirk dixe.

Piştî derbên giran ên gerîla kozikên artêşa Tirk hatin bidestxistin. ANF’ê malzemeyên jiyanî û leşkerî yên di van kozên artêşa Tirk de qeyd kir.

Li girê Şehîd Zekî ku par şerê dijwar lê bûbû, du kozikên artêşa Tirk bi temamî hatin tinekirin. Piştî çalakiyê gelek çek, cebilxane û malzemeyên jiyanî yên artêşa Tirk ketin destê gerîlayan.

BI SER YEKÎNEYÊN VEŞARTÎ DE SABOTAJA HPG’Ê

Gerîlayê HPG’ê Cûdî got, li girê Şehîd Zekî du kozikên leşkerên Tirk bi temamî hatine tinekirin, artêşa Tirk xwestiye ku bi dizîka leşkeran li herêmê bi cih bike û got: "Hevalên me li Ertûşê, ji bo bîranîna şehîdên Zapê çalakiyên karîger dikin. Herî dawî yekîneyên veşartî yên dijmin li girê Şehîd Zekî bi cih dibûn. Hevalên me yek ji van yekîneyan kire bin kontrola xwe, li du mewziyên nêzî hev mayin danîn. Li vir hem malzemeyên jiyanî û hem jî hin parçeyên çekan ketin destê hevalên me."

TÊKBERÊN XWE HIŞTIN Û REVIYAN

Cûdî got, di çalakiyê de 3 leşker hatine kuştin û yên din jî têkberên xwe jî hiştine û reviyan û têkildarî malzemeyên ku hatine bidestxistin wiha got: "Di wê kozikê de ku çalakiya sabotojê li ser hate kirin 3 leşker hatine kuştin û leşkerên nêzî wan jî têkberên xwe hiştin û reviyan. Piştî çalakiyê miriyên xwe rakirin û bi bayê bezê reviyan. Heval çûne ser gir û kozikên wan kontrol kirin. Li vir çente û muhîmmata leşkerî hebûn. Qetên cilên wan, berbaranîka taybet, çente, bombeyên mijê, ronîkir, muhîmmatên jiyanê, lingê çeka MG-3’yê hiştibûn û reviyabûn. Hevalên me piştî çalakiyê bi demeke kurt dest li ser van hemûyan danîn."

'KETIN HÊLÎNA WAN Û LI WAN XISTIN'

Cûdî diyar kir, li herêmê du kozikên wan bi temamî hatine tinekirin, cihê ku çalakî lê hatiye kirin ji bo artêşa Tirk xwedî girîngiyeke stratejîk e û got, ‘’Weke ku tê gotin, hevalên me ketin hêlîna wan û li wan xistin."

Gerîlayê HPG’ê Cûdî têkildarî cihê ku çalakî lê hatiye kirin wiha got: "Kozikên wan bi temamî hatibûn tinekirin, cil û bergên wan, şewqeyên wan qulo milo bûbûn û li hawîrdorê belav bûbûn, gelek malzemeyên leşkerî û tendiristiyê hiştibûn. Du kozikên wan bi temamî hatibû tinekirin. Her wiha xwîna li derdorê jî nîşan dide ku çalakî çi qasî karîger bûye. Girê Şehîd Zekî li gel ku di navbera keleha Ertûşê, Şehîd Jêhat û girê Koordîneyê de bû jî û her wiha li gel ku ev der ji hêla yekîneyên veşartî ve dihate kontrolkirin jî hevalên me, weke ku tê gotin, ketine hêlîna wan û çalakiyeke wiha serketî pêk anîn."