Gerîlayên HPG'ê ji hewayê ve li artêşa Tirk a dagirker dan

Gerîlayên HPG'ê di çarçoveya pêngava "Dem dema azadiyê" de, li dijî leşkerên Tirk ên dagirker ên li ser Girê Şehîd Bêrîtan vê li Heftanînê û Girê Biyê yê li Bêgovayê bi balafirên bêmirov ên biçek çalakî kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku her du çalakiyên li Heftanîn û Bêgovayê ji bo bîranîna şehîdên Skenderûnê hatine lidarxistin.

HPG'ê her wiha ragihand ku veguhastina hêzên PDK'ê ya ber bi navçeya Akrê ya Garê hîn jî dewam dike.

Daxuyaniya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Hêzên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal Amed di çarçoveya pêngava 'Dem dema azadiyê ye' de;

28'ê Cotmehê saet di 09:30'î de li herêma Heftanînê bi balafirên bêmirov ên biçek li dagirkerên li ser Girê Şehîd Bêrîvan xistin.

29'ê Cotmehê saet di 20:25'an baregeha Girê Biyê ya artêşa Tirk a dagirker a li nehiya Bêgova ya navçeya Zaxoyê bi balafirên bêmirov ên biçek hate bombekirin.

Di herdu çalakiyan de jî bi rengekî serketî li herdu hedefên hatin diyarkirin, hate xistin û dagirker hatin cezakirin.

Ev çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Skenderûnê hatine lidarxistin.

LIV Û TEVGERA PDK'Ê DEWAM DIKE

Hewldanên PDK'ê yên ji bo bicihkirina hêzên xwe li gund û qadên derdora navçeya Akrê ya herêma Garê dewam dikin. Hîn jî çekên giran, wesayit û hêz ber bi herêmê ve tên veguhastin û liv û tevgera navborî dewam dike."