Gerîlayan li Wan û Amedê li dagirkeran dan

Gerîlayên HPG/YJA-Starê li Wan û Amedê li dijî dagirkeran çalakî lidarxist. HPG'ê got;"Di çalakiya li Wanê de leşkerek hate kuştin, panzerek hate derbkirin û li Amedê jî stasyona bazê hate rûxandin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek nivîskî weşand.

'LI WANÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN'

Daxuyaniya HPG'ê wiha ye;

"Hêzên me roja 17’ê Hezîranê di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de li dijî qereqola Tingê ya li herêma Kato Xelîla ya navçeya Şax a Wanê çalakiyek lidarxist. Di çalakiyê de ji du baskan ve bi serketî li çeper, baregeh û wesayîtên zirxî yên li qereqolê hate xistin, leşkerek hate kuştin û panzerek berd xwar.

LI AMEDÊ STAYSYONA BAZÊ HATE RÛXANDIN

Roja 17’ê Hezîranê saet 00:30’an hêzên me li dijî stasyona bazê ya dagirkeran li herêma gundê Godernê yê navçeya Kulp a Amedê çalakiya sabotajê lidardxist û stasyona bazê hate rûxandin.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Artêşa TC’ê ya dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî pêk anîn. Di vê çarçoveyê de;

Roja 17’ê Hezîranê saet 21:00’an balafirên şer bombe li herêma Xantûr a Heftanînê, roja 18’ê Hezîranê saetên sibê dîsan herêma Şehîd Kendal, Pîrbila û Xantur yên herêma Heftanînê barandin. Heman rojê balafirên şer saet 11:20’an bombe li herêma Kesta a herêma Metînayê barandin.

Di van bombeberanê de tu windahiyekî hêzên me çênebûn, li herêma Kesta di piştî êrîşê  li eraziyê şewat derket."