Gerîlayan li kozikên leşkeran ên li Girê Koordîneyê dan

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di 22’ê Îlonê de li dijî leşkerên Tirk ên li Girê Koordîneyê ya Çelê ya Colemergê çalakî li dar xistine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me di 22’ê Îlonê de li Çelê ya bi ser Colemêrgê li dijî artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker çalakî li dar xistine.

Hêzên me saet di 08.30’an de li dijî hêzên dagirker ên li Girê Koordîneyê çalakî li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

Di heman rojê de saet di 15.00’an de hêzên me cara duduyan li Girê Koordîneyê xistine, di vê çalakiyê de jî kozikek îmha bûye û derb li konteynirekê ketine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

Saet di 10.30’an de hêzên me ji du milan ve li kozikên dijmin ên li Girê Petrût xistine û li vê derê kozikeke dijmin îmha bûye. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin.

Piştî çalakiyê artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker bi obus û hawanan li qadê dane.

ARTÊŞA TIRK LI ŞEMZÎNANÊ AGIR BI QADÊ XIST

Di 21’ê Îlonê de di destê êvarî de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li qada Tûyê û gundê Sevê ya Şemzînanê operasyonek daye destpêkirin û agir bi qadê xistine.

Di 22’ê Îlonê de gerîlayên me di saet 08.20’an de rastî yekîneyeke dijmin hatine û li vê şerek çêbûye. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin û hevalê me Serxwebûn bi qehremanî şer kiriye û gihiştiye şehadetê.

Operasyona li qadê didome.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wisa ye:

Nasnav: Serxwebûn Gabar
Nav û Paşnav: Alî Damar
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik - Bav: Seyra - Saîd
Cih û Dîroka Şehadetê: Colemêrg / 23’ê Îlon 2017

MEDYAYA ŞERÊ TAYBET DEZENFORMASYONA XWE DIDOMÎNE

3 roj in artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker ji qereqola Bêzelê û Girê Bayê obus û hawanan diavêje gundên Satê û Bedewê yên Şemzînanê.

Medyaya şerê taybet diyar dike ku 4 hevalên me şehîd bûye. Lê di vê bomberdûmanê de tu windahiyên me tune.

OPERASYONA LI MÊRDÎNÊ BÊENCAM BI PAŞ VE HATE KIŞANDIN

Di 18’ê Îlonê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li qada Bênava ya Nisêbînê ya Mêrdînê operasyonek dabû destpêkirin û di 22’ê Îlonê de bêyî ku encamê werbigirin operasyon bi paş ve hate vekişandin.

Di 22’ê Îlonê de balefirên şer artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker qada Evdilkovî ya Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye.

LI CÎLOYÊ DU GERÎLLA ŞEHÎD BÛN

Di 31’ê Tebaxê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li herêma Cîloyê li qada Talê operasyonek dabû destpêkirin û qad bomberdûman kiribû. Ji ber bomberdûmanê 2 hevalên me gihiştin şehadetê.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

Nasnav: Gîvara Zinar
Nav û Paşnav: Yûnûs Ozturk
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik - Bav: Saîme – Cezmî
Cih û Dîroka Şehadetê: Colemêrg / 31’ê Tebaxa 2017

Nasnav: Pîro Amed
Nav û Paşnav: Abdullah Sonmez
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik - Bav: Aysel - Osman
Cih û Dîroka Şehadetê: Colemêrg / 31’ê Tebaxa 2017