Gerîlayan li Çelê li leşkerên Tirk dan

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Çelê li dijî çeper û baregehên artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên hewayî û çalakiyên gerîlayan daxuyanî da.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 6’ê Kanûnê de saet di 10.30’an de hêzên me li dijî artêşa Tirk a dagirker a li Girê Stûna ya Çelêya Colemêrgê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin.

Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî li dar xistiye. Di vê çarçoveyê de;

Di 7’ê Kanûnê de balefirên şer derdora gundê Minînê yê Heftanînê bomberdûman kiriye.

Di 9’ê Kanûnê de jî saet di 10.30’an de balefirên şer Girê Şehîd Şahîd ê Herêma Zapê bomberdûman kiriye.

Di 10’ê Kanûnê (Îro) saet di 09.30’an de balefirên şer Girê Amêdiyê yê li Duhokê bomberdûman kiriye.

Di van bomberdûmanan de tiştek bi hêzên me nehatiye.”