Gerîlaya YJA Starê Sara Ronahî: Em ê li ser şopa Sakîne Cansiz bin

Sê jinên şoreşger Sara (Sakîne Cansiz), Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan li her derî cîhanê bi çalakiyên mezin tên bibîr anîn. Gerîlayên YJA Starê ku li ser şopa têkoşîna Sarayan berê xwe dane çiyayên azad sond dixwin ku tolê hilînin.

Gerîlaya YJA Starê Sara Ronahî bi guhdarkirina destanên li ser têkoşîna şoreşgera mezin Sara berê xwe daye refên azad ya gerîlayan û navê Sara rakiriye. Gerîlaya azadiya Kurdistanê Sara, bi kelecan û îddayek mezin dibêje; ‘’Min ji bo jiyanek azad rêya heval Sara hilbijart û ezê di vê rêyê de destpêkê tola heval Sara û hemû şehîdên me ji dijmin bistînim.’’

‘EM ŞOPDARÊN HEVAL SARA NE’

Gerîla Sara bi domdarî dibêje; “Em şopdarên heval Sara ne. Jinên têkoşer ên wek Sêvê, Hevrîn û Pakîze jî di vê rêyê de têkoşiyan. Hê li malê gelekî ji heval Sara bandor dibûm ji ber vê yekê ez beşdar bûm û min navê wê rakir. Armanca min jî ew e ku weke heval Sara bijîm û şer bikim. Ji ber vê dixwazim her gava jiyana xwe weke heval Sara bijîm. Di aliyê hevaltî, şoreşgerî de hewl didim ku weke heval Sara jiyaneke mezin bijîm.’’

‘SÊVÊ, PAKÎZE, ROJBÛN, LEYLA Û HEMÛ JINÊN TÊKOŞER ŞOPDARÊN HEVAL SARA NE’

Gerîlaya YJA Starê Sara Ronahî balê dikşîne ser jinên berxwedêr yên ku li ser xeta Sara dimeşin û dibêje; ‘‘Heval Sara ji bo jinên cîhanê rêya têkoşînê nîşan daye, lewra wê ji bo hemû jinan şer dikir. Fêhmkirina vî tiştî hêzê dide mirov.’’
Gerîla Sara biryardariya xwe ya meşa li ser şopa Sakîne Cansiz wiha dibêje; ‘’Heval Sara weke heval Zîlan xwedawend e ji ber vê em ê her tim bibin şopdarên wan.’ Gerîlaya YJA Starê Sara di dawiya axaftinên xwe de sond dixwe ku tolê hildin û dibêje, “Heval Sara felsefa me ya jiyanê ye. Ji ber vê jiyana me her tim şer e da ku em bibin layiqê heval Sara. Jinên têkoşer wek heval Sêvê, Pakîze, Rojbûn û hwd. bûn şopdarên heval Sara lewra li hember faşîzmê rabûn. Ji ber vê zîhniyeta qirker gelek jinên şoreşger yên ku ji bo azadiyê têdikoşin hatin qetil kirin lê jinên ku di xeta heval Sara de dimeşin ti carî dev ji lêgerînên xwe bernedan. Em ê tola wan rabikin. Em ê nîşandî her kesî bidin ku jin ne tenê ye lewra em ê di xeta heval Sara de tola tevahiya jinan rakin.’’