Gerîla TV’yê dîmenên çalakiya li dijî Alaya Rûbarokê weşand

Gerîlla TV’yê dîmenên çalakiya gerîlayên HPG’ê ya li dijî Qereqola Rûbarokê û Tepê Çeta ya di 5’ê Tebaxê de weşand.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyê ev daxuyanî dabû, “Di 5’ê Tebaxê de saet di 15.00’an de hêzên me li dijî artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker a li qereqola Rûbarokê û Tepê Çeta çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de agir bi avahiyekê ketiye û 3 saetan şewat domiyaye û wesayîtek jî hatiye derbekirin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagiker bi obûs û hawanan li qadê dane.”