Gerîla TV dîmenê sê çalakiyan weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiyên li Girê Xwedê yê Avaşînê, Girê Radarê yê Qilabanê û li rêya navbera Colemêrg-Çelê weşand.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya der barê çalakiyan wiha ye:

"Di 29’ê Hezîranê saet 16.00’an de hêzên me bi awayekî hemwext li Girê Şikêr û Tepê Xwedê yên li qada avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakî li dar xistine. Di herdu giran de bi serkeftî li çeper û stargehên dijmin hatiye xistin û di vê çalakiyê de 6 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi helîkopterên Skorsky ji qadê derxistine.

Roja 5’ê Tîrmehê saet 20:00’an hêzên me li dijî artêşa TC’ê ku li Girê Radar yê navçeya Qileban a Şirnexê bicih bûbûn çalakiyek lidar xist. Di çalakiyê de navenda radarê ya li gir bû hedef û navenda radarê hate rûxandin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi çekên giran biserûber hêrêm gulebaran kir û li herêma daristan şewat derket.

Di 21’ê Hezîranê de saet di 08.00’an de hêzên me li ser rêya Qereqola Girê ya Çelêya Colemêrgê li dijî wesayîteyeke leşkerî ya Reo çalakiyeke sabotajê li dar xistiye. Di vê çalakiyê de wesayîta leşkerî hatiye îmhakirin û gelek leşker hatine kuştin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên di vê çalakiyê de nehatine tespîtkirin."