Gerîla TV dîmenê çalakiya li Lêlîkanê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya 5'ê Kanûnê ya li Lêlîkanê weşand, ku di encamê de 4 leşkerên Tirk hatibûn kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:

"5'ê Kanûnê saet 09:20'an, hêzên me li herêma Sîdekan a Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Lêlîkanê çalakiyek kirin. Derbên giran li çeperên dijmin ên li ser gir hatin xistin. Di encamê de çepereke dijmin hate rûxandin û 4 leşkerên dijmin hatin kuştin."