Gerîla TV dîmenê çalakiya li Şemzînanê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya 3'ê Hezîranê ya li navçeya Şemzînan a Colemêrg weşand, ku di encamê de 4 leşkerên Tirk hatibûn kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser encamên çalakiyê ev agahî dabû:

"Hêzên me yên YJA Starê 3'ê Hêzîranê saet 17:40'î, li mintiqeya Boxaza Çeta ya li herêma Bezelê ya Şemzînanê li yekîneyeke artêşa TC a dagirker xistin. Di vê çalakiyê de ku derbên xurt li stargeheke yekîneya dijmin hate xistin, 4 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn."