Gerîla TV dîmenê çalakiya doh a li Girê Lêlîkanê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîlayên HPG/YJA Star a 11'ê Sibatê li Girê Lêlîkanê weşand ku di encamê de 3 leşkerên Tirk hatibûn kuştin.

Gerîlayên HPG/YJA Star doh li Girê Lêlîkanê yê herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker çalakiyek kiribûn. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê dabû xuyakirin ku di çalakiyê de 3 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Gerîla TV jî dîmenê çalakiyê weşand.

Daxuyaniya HPG'ê ya têkildarî çalakiyê ye;

"Roja 11'ê Sibatê saet 07:20'an hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker a li Girê Lêlîkanê yê herêma Sîdekanê ku xaka Başûrê Kurdistanê ye çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li stargeheke dijmin a li ser gir hate xistin û bi qasî ku hate tespîtkirin 3 leşker hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt herêmê û leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi helîkopterên bi tîpa Skorsky ji herêmê rakir û bombe li derdorê barand. Di çalakiyê û bomberdûmana piştî çalakiyê de ziyan negihaşt hêzên me."