Gerîla: PKK hebûn bi xwe ye

Gerîlayên HPG û YJA Starê li ser sala 43'an a damezrandina PKK'ê axivîn û gotin, "Dem dema rûniştinê nîne, dema azadiyê ye. Lewma divê her kes bi erk û berpirsyariya xwe rabe."

Tevgera Azadiyê ya Kurd ku 27'ê Mijdara 1978'an bi komeke biçûk li gundê Fîsê yê Amedê dest pê kir, îro ketiye sala 43'an. Tevgera Azadiyê PKK ku dewleta Tirk a faşîst û NATO 40 sal in hewl dide biqedîne, îro xwe gihandiye bi milyonan mirovî û li cîhanê belav bûye.

Gerîlayên HPG û YJA Starê bi wesîleya salvegera 42'an a damezrandina PKK'ê ji ajansa me re axivîn.

Gerîlaya YJA Starê Efrîn Tolhildan ragihand ku damezrandina PKK'ê ji bo tevahiya mirovahiyê cejneke pîroz e û got, "PKK'ê îro xwe gihandiye bi milyonan mirovî. Ev yek jî bi saya îdeolojiya Rêber Apo pêk hatiye. Ji ber vê yekê dijmin çi dike bila bike, wê nikaribe bi vê tevgerê. Tevgera Azadiyê ya Kurd ji Heftanînê heta Xakurkê bi rengekî mezin li ber xwe dide. Herî dawî hêzên dagirker ên êriş birin ser qada Zapê li pêşberî gerîla nekarîn bisekinin, paşve gav avêtin û wê hîn bêhtir paşve gavê biavêjin. Ji ber ku ev tevger tevgera azadiyê ye, gelên bindest li dora fikrê Rêber Apo li hev civiyane."

Gerîla Tolhildan ev bang li ciwanan kir: "Bang li ciwanan dikim; dem ne dema rûniştinê ye, dema azadiyê ye. Lewma divê her kes bi erk û berpirsyariyên xwe rabin. Em ê tola her şehîdên xwe hilînin û bi ser bikevin."

'HETA KU KURDISTAN AZAD NEBE EM Ê DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDIN'

Gerîlayê HPG'ê Berxwedan Jiyan jî bi bîr xist ku tevgera azadiyê ya Kurd ji roja ku ava bûye û vir ve ji bo rastiyê têdikoşe û diyar kir ku PKK'ê gelek lehengiyên mezin di nava dîroka berxwedanê ya 43 salan de bi cih kiriye. Gerîla Berxwedan Jiyan destnîşan kir ku wê ji niha û pê ve jî heta dilopa dawî ya xwîna xwe li dijî dagirkeriyê û paşverûtiyê li ber xwe bidin û got, "Li dijî êrişan em bi xurtî li ber xwe didin. Ev yek li her cihî tê dîtin. Fikrê Rêber Apo her cûreyên paşverûtiyê ji holê radike û azadiyê diafirîne. Di sala 43'an a têkoşînê de heta azadiya Kurdistanê û Rêberê xwe em ê dest ji têkoşînê bernedin. Berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê dest ji têkoşînê bernedin. Sala 43'an a cejna vejînê li her kesî pîroz dikim."

'LÊGERÎNA LI RASTIYÊ ÎRO GIHÎŞT BI MILYONAN KESÎ'

Gerîlayê HPG'ê Derwêş Edûlê jî sala 43'an a damezrandina PKK'ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdan û gelê welatparêz pîroz kir û got, "Lêgerîna li rastiyê ku Rêber Apo daniye pêşiya me îro gihîştiye bi milyonan kesî. Bêguman heta vê astê berdêlên mezin hatin dayin. Dewleta Tirk a mêtinger ji bo têkçûna xwe ya li pêşberî PKK'ê binixumîne û xwe ji tunebûnê rizgar bike, bi çekên teknîkê êrişî tevgera me ya azadiyê dike. Bi vî rengî qirêjiya xwe nîşan dide. Lê belê ev hewldanên xwe bi kêr nayên."

Derwêş Edûlê destnîşan kir ku gelê Kurd bi PKK'ê ji xweliyên xwe ava bû û tevgera azadiyê ber bi serketinê ve diçe.

'EM Ê TÊKOŞÎNÊ BI SERKETINÊ TACÎDAR BIKIN'

Gerîlayê HPG'ê Rûbar Hêşet jî têkildarî sala 43'an a damezrandina PKK'ê got, "Partiya me ji bo bîranîna kadroyê pêşeng ê partiay me hevrê Hakî Karer ji aliyê Rêberê me ve hate avakirin, gel ji xweliyê xwe ava kir."

Rûbar Hêşet diyar kir ku tevgera PKK'ê ku li ber dijminê mêtinger radibe rastiyeke gelekî mezin jî derxiste holê û got, "Ev rastî jî cewhera hebûna gelê Kurd e. Gerîla mîna heta niha kir wê ji niha û pê ve jî berpirsyariyên xwe bi cih bîne û li ber xwe bide. Di sala 43'an a têkoşînê de em ê Rêberê xwe azad bikin û têkoşîna xwe bi serketinê tacîdar bikin."