Gerîla li Gabarê derba giran li dagirkeran xist

Gerîlayên HPG/YJA STAR'ê derbeke giran li artêşa Tirk a dagirker xistin ku li Gabarê derketibû operasyonê. Di çalakiyê de 7 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û li ser çalakiyên gerîla yên li Gabarê ev agahî da:

"Artêşa TC a dagirker roja 9'ê Mijdarê li qada Geliyê Gordila yê herêma Gabarê ya Şirnexê derket operasyonê. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de heman rojê saet 15'an li artêşa Tirk a dagirker a li ser Girê Şehîd Rêzan xistin. Ji cihekî nêz ve li vê yekîneya dijmin hate xistin. 2 leşkerên dijmin hatin kuştin, gelek leşkerên dijmin jî birîndar bûn.

Hêzên me di çarçoveya heman pêngava şoreşgerî de 11'ê Mijdarê saet 11:45'an li dijî yekîneyeke operasyonê ya li ser Girê Şehîd Soro çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de 5 leşker hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi helîkopterên êrîşê bombe li herêmê barand û bi helîkopterên bi tîpa skorsky leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakir.

Artêşa TC a dagirker ku di encama çalakiyan de gelek kuştî da, roja 12'ê Mijdarê saet 13:30'î neçar ma xwe ji herêmên operasyonê vekişîne.

BALAFIRÊN ŞER BOMBE LI QENDÎL Û HEFTANÎNÊ BARANDIN

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker roja 11'ê Mijdarê saet 20:00 bombe li qada Pirbula ya herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.

Balafirên şer roja 13'ê Mijdarê saet navbera 09:00-09:40'î bombe li qada Dola Bedrana ya herêma Qendîlê barandin. Ji ber bomberdûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye."