Gerîla li çar herêman lê dan: 32 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG'ê li Colemêrg, Amed, Şirnex û Başûrê Kurdistanê derbên giran li hêzên dagirker ên Tirk xistin. Di çalakiyan de herî kêm 32 leşker hatin kuştin. 2 gerîla jî şehîd bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên vê dawiyê yên gerîla yên li Colemêrg, Amed, Şirnex û li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker çalakî kirin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan;

LI COLEMÊRGÊ 14 LEŞKER HATIN KUŞTIN

11'ê Hezîranê saet 6:10'an hêzên me li dijî komek ji leşkerên ku dixwestin geliyê Xorpinê yê navçeya Gever a Colemêrgê kontrol bikin, çalakiyeke sabotajê kirin. Di çalakiyê de bi qasî ku hate tespîtkirin 4 leşkerên dijmin hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

Heman rojê saet 22'an li dijî konvoyeke wesayitên zirxî ya artêşa TC a dagirker, li herêma Erziknê ya navbera Colemêrg û Geverê çalakiyek hate kirin. Hêzên me ji cihekî nêz ve li konvoya dijmin xistin û di encamê de 2 wesayitên zirxî bi temamî hatin rûxandin. Di çalakiyê de 10 leşkerên dijmin hatin kuştin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê termên xwe û leşkerên birîndar bi wesayitên zirxî ji herêmê rakirin.

5 LEŞKER LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ HATIN KUŞTIN

12'ê Hezîranê saet 4'an, hêzên me li dijî dagirkerên li ser girê Bayrakê yê li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê çalakiyeke sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin. Heman rojê, saet 8:15'an, hêzên me careke din li leşkerên dijmin xistin. Derbên xurt li çeperên dijmin ên li ser gir hatin xistin û di encamê de 2 çeper hatin rûxandin, 4 leşker jî hatin kuştin.

LI AMEDÊ ÇALAKIYA BERFIREH: 12 LEŞKER HATIN KUŞTIN

9'ê Hezîranê saet 18:30'î, li nêzî gundê Manîsor ê navçeya Licê ya Amedê, li hemberî girekî ku ewlekariya 2 qereqolan dikir çalakiyeke berfireh hate kirin. Ji sê baskan ve li çeper, stargeh û leşkerên li ser gir hate reşandin û 8 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Di çalakiyê de 2 hevalên me yên bi canfedane bi ser kozikên dijmin ve çûn, bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Yekîneyên veşartî yên dijmin ku piştî çalakiyê dest li herêmê werdan, bûn hedefa hêzên me. Derbên giran li yekîneyên dijmin hatin xistin û 4 leşker hatin kuştin.

2 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

Agahiyên li ser nasnameyên 2 hevalên me yên bi lehengî di vê çalakiyê de şer kirin û şehîd bûn, wê piştre bên eşkerekirin.

LI ŞIRNEXÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de hêzên me 12'ê Hezîranê saet 22'an li dijî leşkerên li ser rêya navbera Şirnex û Cizîrê kontrola rê dikirin, çalakî hate kirin. Derbên giran li leşkerên li benda kontrolê ya dijmin hatin xistin û di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin.

BOMBERDÛMANA BI BALAFIRÊN ŞER

12'ê Hezîranê saet navbera 13:30-16:00 de balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li qadên Derarê, Stuna, Bedehê, Koordîne û Şelazê yên herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin."