Gerîlayan xwe berdan nava dagirkeran: 4 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Çelê xwe berdan nava artêşa Tirk a dagirker û çalakiyek kirin. Di çalakiyê de yek jê fermandarê komê 4 leşkerên Tirk hatin kuştin û çekek leşkeran jî hate desteserkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ronya û Şehîd Bager de, hêzên me 30'ê Gulanê li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyên xurt kirine. Di vê çarçoveyê de;

Artêşa TC a dagirker ev demeke li ser girê Hakan ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê kozikan dikole. Hêzên me demeke dirêj bû ku leşkerên ji ber vî girî bûn dişopandin, kontrol dikirin û 30'ê Gulanê saet di 11:45'an de li yekîneyên dijmin xistin. Hêzên me ku xwe berdan nava yekîneyên dijmin, ji devereke nêz ve li leşkerên dijmin xistin. Di vê çalakiyê de yek jê fermandarê komê bi giştî 4 leşkerên dijmin hatin kuştin û leşkerekî dijmin jî birîndar bû. Hêzên me her wiha çûn heta ser leşkerên hatin kuştin, dest danîn ser çekeke MPT-76, çekeke dijmin jî îmha kirin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi helîkopterên Skorsky ji herêmê bir û li qadê dest bi operasyonê kir.

Hêzên me di heman demê de li Girê Koordîneyê çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de ku derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin, hejmara leşkerên ku hatine kuştin û birîndar bûne nehate tespîtkirin. Yekîneyên me yên ev çalakî kirin bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriyan.

Artêşa TC a dagirker di navbera 13 û 18'ê Gulanê de li herêma Çiyayê Gabarê yê Şirnexê dest bi operasyoneke berfireh kir. Ji ber bombardûmana artêşa TC a dagirker 17'ê Gulanê hevalekî me şehîd bû. Agahiyên li ser nasnameya hevalê me yê şehîd bûyî wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin.

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker 30'ê Gulanê saet di 11:50'î û 21:20'î de bombe li Tepê Sor ê li herêma Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatin."