Gerîla: Dewleta Tirk wê dîsa poşman bibe

Gerîlayên YJA Starê û HPG'ê diyar kirin êrîşên dagirker ên dewleta Tirk wê tiştekî bi dest wan ve neyîne û gotin, ''Heta dawî em ê li ber xwe bidin; wê poşman bibin''. Gerîlayan bang li gel kirin ku li ber xwe bidi

Gerîlaya YJA Starê Hebûn Hêvî û gerîlayê HPG'ê Herekol Botan, operasyonên dagirkeriya Tirk û berxwedana gerîla nirxandin.

Hebûn Hêvî ku di eyaleta Avaşînê di mewziyên Pêngava Bazên Zagrosê de ye, got,''Li dijî operasyonên dagirkeriyê ku dijmin daye destpêkirin, em gerîla di mewziyan de ne. Li dijî operasyonên dagirkeriyê ku dijmin dîsa li ser qadên gerîla daye destpêkirin em ne xerîb in. Ev operasyona dagirkeriyê bi çarçoweya plana ''Hêrifandin''ê ya hikûmeta AKP-MHP'ê ya li ser Kurdan e. Ev operasyonên dagirkeriyê ne tenê li dijî gerîla û gelê Kurd, li dijî wan hemû gelên mazlûm e ku li heqê xwe digerin.''

Hêvî peyama, ''Em gerîlayên HPG'ê û YJA Starê heta dawiyê em ê li ber xwe bidin, em ê operasyonên dagirkeriyê yên dijmin pûç bikin'', da û wiha got:

''Heta dawiyê ji bo azadiya gelê xwe em ê şer bikin, ti mewziyê bernedin. Li ser eyaleta Avaşînê ji 2017'an û wir ve operasyonên dijmin çêbûn. Vê carê bi navê ''Pençe-Şîmşek'' operasyona dagirkeriyê dane destpêkirin. Çawa ku li qada Garê têk çûn wê li eyaleta Avaşînê jî têk biçin. Li her deverê em ê qadên xwe yên gerîla biparêzin û mewziyan bernedin. TC wê poşmaniya li Garê dîsa bijî, li Avaşîn, Metîna û Zapê wê eynî serhatiyê bijî.''

Gerîlaya YJA Starê Hebûn Hêvî ev peyam dan:

''Bi çarçoweya pêngava Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê ku li eyaletên Avaşîn, Zap û Metînayê rêxistinê daye destpêkirin, bi îdîayeke mezin em ê tevlî pêngavê bibin. Heta dawiyê em ê li ber xwe bidin, em ê nehêlin ku hêzên leşkerî yên dewleta Tirk gavekê jî ber bi qadên me ve bavêje. Heta guleya xwe ya dawî, heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li ber xwe bidin. Heke dijmin gav bavêje jî weke li qada Garê e em ê wan poşman bikin. Bi rihê gerîlayên serdema nû em ê tevlî pêngavê bibin.''

'DIVÊ GELÊ ME YÊ BAŞÛR BÊDENG NEMÎNE'

Gerîlayê HPG'ê Herekol Botan ji mewziyên şer li ser operasyona dagirkeriyê axivî, bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku xwedî li xakaa xwe derkeve û wiha got: ''Ji 23'yê Nîsanê û wir ve bi çarçoweya pêngava şoreşgera Bazên Zagrosê, li dijî operasyonên dagirkeriya Tirkiyê em li ber xwe didin. Ev êrîş ne tenê li dijî gerîla ne, li dijî tevahiya gelê Başûr û gelê Kurdistanê ye. Gelê me yê başûr divê xwe berde kuçeyan û êrîşan şermezar bike. Ev operasyona heyî ne ji rêzê ye .Gelê me yê Başûr teqez divê bêdeng nemîne. Em jî li dijî êrîşan li mewziyan qadan diparêzin. Li dijî her êrîşê berxwedaniyeke mezin tê kirin. Êrîşên dewlta Tirk çendî giran bin, em ê bi rengekî tundir bersivê bidin. Heta dawiyê xaka xwe biparêzin.''