Gerîla bi rengekî canbexşane li ber xwe didin

Gerîlayên li eniya Xakurkê şer dikin gotin, gerîla bi rengekî canbexşane li ber xwe didin û destnîşan kirin ku dewleta Tirk wê ti encamê ji êrîşên dagirkeriyê negire.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li herêma Xakurkê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyyaê zêde dibin. Ji gerîlayên li eniya Xakurkê şer dikin Brûsk Denîz û Azîme Botan gotin, berxwedana wan wê bi ser bikeve.

Gerîlayên HPG'ê Brûsk Denîz û Azîme Botan, li ser hewldana dagirkeriyê ya artêşa Tirk ku 14'ê Kanûnê dest pê kir ji ANF'ê re axivîn. Gerîla Brûsk Denîz diyar kir ku li gel tevgera zêde ya balafirên keşfê, bi balafirên şer, obus û hawanan jî êrîşên giran tên kirin. Denîz got, "Leşkerên artêşa Tirk ji bo karibin li herêmê bimînin, teknîkê zêde bi kar tînin. Gerîla bi xurtî li dijî hewldanên dagirkeriyê li ber xwe didin. Çalakiyên bi bandor dikin. Dijmin li bin guhê îradeya ji pola ya gerîla ket."

GERÎLA BI RENGEKÎ CANBEXŞANE LI BER XWE DIDIN

Ji gerîlayên YJA Starê Azîme Botan da xuyakirin ku êrîşên dewleta Tirk ên li herêmê, dema dawî zêde bûne û bal kişand ser berxwedana gerîla. Botan got, "Îro bi dehan caran bi obus, hawan û çekên din ên giran êrîş kir. Jê heye ku wê bi vî rengî encamê bigirin. Tevî ku teknîka pêşketî bi kar tîne jî, li pêşberî çalakiyên bi bandor ên gerîla, artêşa Tirk ji hev ket. Gerîla nîşan da ku xwedî wê hêzê ye ku di nava her şert û mercî de li ber mêtingeriyê rabe û şer bike. Em ê ji niha û pê ve jî bi çalakiyên nû bersivê bidin."