'Berxwedana me ya li dijî dagirkeriyê wê geş bibe' -NÛ BÛ

Gerîlayê HPG’ê Kandîl Zap bal kişand ser berxwedana gerîla ya li Heftanînê û got, "Bi vîna xwe, bi taktîkên xwe em ê berxwedana li dijî dagirkeriya dewleta Tirk geş bikin. Gerîla wê bi çalakiyên xwe 'herêma tampon' serûbin bike."

Gerîlayê HPG’ê Kandîl Zap qala Cenga Heftanîn kir û bal kişand ser berxwedana gerîla ya li hember artêşa Tirk û got: “Artêşa Tirk ne tenê gerîlayên HPG’ê dike hedef. Armanc ew e ku PKK’ê lewaz bike, di nav axa Başûrê Kurdistanê de jî heremekî tampon ava bike. Êrîşên artêşa Tirk ne cara destpêkê ye ku li heremê çê dibe. Heger dewleta Tirk bikaribe xwe li Heftaninê serwer bike, wê di heremê de dagirkeriyekî mezin pêş bike. Hevalên me bi ti awayi destûr nadin, li bermaberî vê dagirkirinê bê navber çalakiyan lidar dixin. Em bi xwe jî di şer û berxwedana Heftanînê de cihê xwe digrin, hevrêyên me destanên lehengiyê nivîsandin. Di her hevalê me de hezkirina ax û hezkirina welat heye, ji bo em li hember artêşa Tirk şer bikin, gelek hincetên me hene. Operasyona artêşa Tirk ruxmê ku hemû derfetên xwe seferber kirin, dîsa di encama vê operasyonê de û bi sedan eskerên artêşa Tirk hatin kuştin.’’

‘HÊZA GERÎLA HEYE’

Kandîl Zap ê ji roja destpêkê ve di Cenga Heftaninê de cihê xwe digre, destnîşan kir ku her çiqas dewleta Tirk her tiştê xwe seferber jî kiribe, hêza gerîla tim li herêmê hene. Berwarî got: “Hevalên me ev du sal in guhertinan çêdikin, di taktîk de û di rêbaz de dewlemendiyek pêşketî dane çêkirin. Mesela artêşa Tirk dibe ku li Heftanin û li deverekê xwe bi cih bike, lê ev nayê wê wateyê ku her tişt qediya ye. Di çiyayên Kurdistanê de her kes dizane ku deriyê çiyayan tine ye. Wê çaxê hevrêyên me dikarin li her cihekî berxwedana xwe bilind bikin. Wê di rojên pêşiya me jî li her deverê çalaki bên kirin. Artêşa Tirk li Şeşdara, li Xantûr, li Girê Qesrokê, kijan deverê jî xwe bi cih bike jî, wê dîsa di hedefa hevalên me de bibe. Wê leşkerên Tirk nekarin li çiyayên Kurdistanê xew bikin. Ji bo ev dagirkerî pêş nekeve, hêz û quweta gerîla her tim heye.”

‘BERXWEDANA HEFTANÎN BERXWEDANEKÎ BÊ SÎNOR E’

Gerîlayê HPG’ê Kandîl Zap bal kişand ser berxwedana gerîla ya li Heftanînê û wiha pêde çû: “Eger em li herema Heftaninê berxwedana xwe raber nekin, wê axa Kurdistanê di bin dagirkirinê de bimîne. Artêşa Tirk leşkerê bi pereyan tîne li beramberî me dide şer kirin, bi cerdevanan, bi nokeran, hewl didin deshilatdariya xwe li ser heremê berfireh bikin. Ev operasyon di rastiyê de qirkirina Kurdan e. Bi dehan hevrêyên me berxwedana xwe di asteki bilind de raber dikin û pîlana li ser Heftanînê vala derdixin. Di Cenga Haftanînê de hevrê Esmer, Nûcan û Rustem kêlî bi kêlî li hember vê artêşa barbar sekinîn û heta dawiyê şer kirin. Hevrêyên me bi vînekî mezin li herêma Heftanînê şer dikin. Ev berxwedan berxwedanekî bê sînor e.”