Gelê Minbicê li dijî dagirkeriya Tirk daket qadan

Li dijî gefên dagirkerinê yên dewleta Tirk a dagirker gelê Minbicê daket kolanan û meşiyan.

Girseya gel li Çerxerêya Beta a li başûrê bajar li hev civiyan û lihevkirina di navbera dewleta Tirk û DYA’yê de protesto kirin.

Çalakgeran pankarta ‘Gelê Minbicê lihevkirina Tirkiye-DYA’yê qebûl nake’ , ‘Ciwanên Minbicê dagirkeriya Osmaniyan qebûl nake’ vekirin.

Girseyê  bi dirûşmeya ‘Rêveberiya Sivîl a Minbicê nûnertiya yekem a gel e’ heta navenda bajar meşiyan.

Bi sedan welatiyên bajar, endamên rêxistinên sivîl, nûnerên meclîsên leşkerî yên Tebqa û Reqayê beşdarî meşê bûn.