Gel, gerîla û pêşmerge mil bi mil Kerkûkê diparêzin

Bi hezaran welatiyên Kerkûkê, li dijî êrîşa Heşdî Şabî berê xwe dan çeperên hêzên gerîla yên ji bo parastina bajêr danîne. Pêşmergeyên ku Kerkûk neterikandine jî, li gel gerîla ketin çeperên berxwedanê.

Li Kerkûkê, gel û gerîla li dijî êrîşên Heşdî Şabî û artêşa Iraqê ketin çeperê. Gelek pêşmergeyên ku Kerkûk neterikandine jî, tevî gerîla ketin çeperên berxwedanê.

Wesayitên hin pêşmergeyên xwestin bajêr biterikînin, ji aliyê gel ve hatin şewitandin. Gelê Kerkûkê pêşî li pêşmergeyên xwestin ji bajêr derkevin girt û dirûşma "Hûn nikarin ji vir derkevin" qîriya.

Gelek pêşmergeyên ku Kerkûk neterikandine jî, tevî gel û gerîla cihê xwe di nava çeperên berxwedanê de girtin.

Bi hezaran kesên ji taxên cuda yên Kerkûkê hatin, rahiştin çekan û berê xwe dan çeperên gerîla.

Fermandariya hêzên gerîla ya li herêmê ev bang kiribû: "Her kesên dixwazin Kerkûkê biparêzin bila bên çeperên me."

Nûçeya têkildar:

https://anfkurdi.com/kurdistan/hpg-e-ji-bo-parastina-kerkuke-bang-kir-87414