'Gelê Başûr cara pêşîn e evqas bêdeng e'

Azad ê ku ji Başûrê Kurdistanê tevlî nav refên gerîlayan bûye diyar kir ku gelê Başûr cara pêşîn e li hemberî dagirkeran evqasî bêdeng e û got “Divê dewleta Tirk ji ser vê axê were derxistin.

Li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, gerîlayên Başûrî Azad Hewlêrî tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû. Gerîla Azad Hewlêrî bang li gelê Başûr kir ku ji vê dagikeriyê re bêje 'Êdî bes e'.

Gerîla Azad Hewlêrî qala pêvajoya tevlîbûna xwe kir û got "Êrişên li dijî xaka Kurdistanê, li hemberî gerîlayên Kurdistanê û berjewendiyên Kurdan bênavber dewam dikir. Bi taybetî jî şehadeta hevala Sara, êrişên li ser Rojava, têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê dihate dayin, mîna her ciwanekî Kurd bandor li min jî dikir. Dema ku hêdî hêdî ketim nava lêgerînê, min xwest tevgera Serokatî nas bikim. Min her tim pirtûkên Rêber Apo dixwend. Dema ku mirov Rêber Apo dixwîne, hem xwe, hem jî jiyanê nas dike. Ji ber ku di pirtûkên Serok de pirsgirêkên pergalê, pirsgirêkên kesayetiyê bi berfirehî hatine nirxandin. Li gel vê yekê min jiyana hevalan şopand. Tişta ku herî zêde bala min kişand, di jiyana nava pergalê de takekesî li pêş bû. Lê belê di nava tevgera Rêber Apo de cih ji takekesiyê re nîne. Berevajî, jiyana ku komunaliyê esas digire, bêhna kedê jê tê."

Di dewama axaftina xwe de gerîla Azad Hewlêrî bal kişand ser polîtîkaya hikumeta Başûr a ji bo asîmîlasyonê, bi taybetî li ser ciwanan tê meşandin û wiha dewam kir; " Rewşa ciwanên ku diçin dibistanê li gorî yên naxwînin hîn xerabtir e. Ji ber ku li Başûrê Kurdistanê dersên ku li zanîngehê tên dayin ciwanan asîmîle dikin, ji çanda Kurdî dûr dixîne. Mînak; li Hewlêrê bêyî ku tu Îngilîzî bizanî tu nikare li dibistanê serketî be. Ango pîvan ew e. Li zanîngehê kesayeta Kurd tê parçekirin, ji cewher tê derxistin. Ferdperestî her ku diçe zêdetir dibe. Ji bo ku ciwanên Kurd hay ji vê hebin divê xwe zane bikin."

Gerîla Azad Hewlêrî di dewama axaftina xwe de bal kişand ser destketiyên gelê Başûrê Kurdistanê ku dagirker êrişê dibin ser û nayên parastin û got "Di raperîna 1991'ê de gel berdêlên giran da. Xwestin vîna gel bişkênin. Lê gelê Başûrê Kurdistanê dîsa jî li ber xwe da. Teslîmiyet qebûl nekir. Gel bi hêviyeke mezin ev şoreş kir. Lê belê piştî şoreşê jî guhertinek çênebû berovajî her tişt zêdetir xerab bû. Mînak berê gel bi Erebî diaxivî û li hevjîna xwe tundî dikir, niha Kurdî diaxive lê heman tundiyê li hevjîna xwe dike û ev tundî zêdetir bûye. Berê wekhevî nebû niha jî bi heman şêwazî wekhevî nîne û ferqa di navbera gelan de her ku diçe zêdetir dibe. Gel berê nedikarî hikumeta Baas rexne bike, niha jî bi heman şêwazî nikare hikumetê rexne bike, yê ku li dijî hikumetê devê xwe vedike diavêjin zindanan, êşkence lê tê kirin, têne qetilkirin. Yê dewlemend hîn dewlemendtir bû, yê feqîr jî zêdetir feqîr bû. Lê gel ev şoreş ji bo edaletê, ji bo azadiyê pêk anîbû."

Gerîla Azad HewLêrê hewldanên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê jî wiha nirxand û ev bangawazî kir; "Îro li ser axa Kurdistanê ji aliyê dagirkeriyê ve tevgerek dagirkeriyê heye. Ev ne tenê li dijî gerîla tê kirin, di heman demê de li dijî nirxên Kurdan hemûyan tê kirin. An jî ne tenê li dijî partiyek Kurd e, di heman demê de li ser tevahî partiyên Kurdan ev êrîş tê kirin. Bi taybetî êrîşên li ser Heftanînê bandoreke giran li gelê me kir. Ji ber ku ev êrîş li dijî tevahî gelên Kurdistanî bû. Pêwîst e em ji hikumeta başûr vê dipirsin; ‘Çi karê îstixbarat, qereqol, tank û topên Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê hene? Çima ewqasî navendên Tirk hene? Gelê me ê welatparêz demên bihurî kampanya bi navê 'Em dewleta Tirk li ser axa xwe naxwazin’ 500 hezar îmze kom kiribû. Ev îmza pêşkêşî parlamentê hatibû kirin. Parlamentê jî biryar girtibû ku dewleta Tirk ji vê axê derxîne. Çima ev biryar pêk nayê? Gelê Başûrê Kurdistanê pêwîst e her tim di nava çalakiyan de be û dewleta Tirk ji axê biavêje. Çawa ku sala 91'ê gel rabû serhildanê û têkoşiya îro jî bi heman hişyariyê pêwîst e têbikoşe. Di dîrokê de cara yekê gelê Başûr li dijî faşîzmê ewqas bêdeng e. Bi taybetî jî ciwan pêwîst e li dijî vê di nava çalakiyan de bin. Ez jî wek ciwanekî ji Başûrê Kurdistanê li çiyayên Rojhilat şer dikim. Ez bang li ciwanên Rojhilat dikim. Îro eger li ser me ewqas faşîzm heye pêwîst e pêşî lê were girtin, li ku derê Kurdistanê be bila bibe pêwîst e ji bo ku em ji van êrîşan re bejin 'na', em bikevin nava tevgerê."