Fûad Bêrîtan: Çareserî di destê Kurdan, gel û neteweyên Îranê de ye

"Tekane şansê Îranê ji derketina qeyranên heyî çareserkirina pirsgireka Kurd û qebûlkirina xwestekên demokratîk ên gelan e. Demê wê hatiye ku Tehran êdî vê rastiyê qebûl bike. Xeterî di binguhê Îranê de ye û xala wê ya hesas di hedefê de ye."

Hevserokê Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Fuat Bêrîtan rewşa dawî ya Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji ANF’ê re nirxand.

HEMÛ HÊZÊN HEGEMON DI ŞERÊ HEYÎ DE KETINE ÇIRAVÊ

Weke Tevgera Azadiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, qonaxa dawî ya şerê li Rojhilata Navîn yên hêzên hegemonîk çawa dixwînin û vê pêvajoyê çawa digirin dest?

Di qonaxa niha de bi navendbûna şer li Kurdistan û Suriyê li aliyekê, Filistin û Yemen jî ji aliyeke din di Rojhilata Navîn de weke navenda şer in. Ev şer kêleka dijbertiya aliyan a li cem hev bi qeyranê pir berfireh ên navxweyî jî berdewam e. Wek numûne weke dihat texmînkirin Tirkiye û Îran ku yek ji aliyên mudaxaleger ên şerê Sûriye yêne, aliyê siyasî û diplomatîk him jî aliyê aborî ve di nava qeyranek pir mezin dene. Weke ku tevgera me jî berê pêşdîtin kiribû, Tirkiye derbasî Rojavayê Kurdistan û Bakurê Sûriyê bû lê bi hêsanî hêza wî nikare ji wê çiravê derbikeve. DYE jî weke pêşengê eniya sermayedarî di lûtkeya xeraptirîn qeyranên demên hegemonîk ên xwe de ye. Ji ber ku rîxmê ku pir têçûn jî kir, lê ji xeynî zirerê tiştek bi dest nexist. Eger DYE di qeyranê de nebiba li gorî rewşa Îran û helwesta Îranê wê êrîşên leşkerî zûtir bikira. Elbet hebûna qeyran bi wateya derbasbûna xetereya şer nîne. Rûsya jî ji hêla siyasetê ve pir zêde li pey berjevendiyên xwe ye. Di meseleya Idlib de hevpeymanên salên berê yên li Ewresye yên li kêlek Tirkiyê di nava çiravê de ye. Di sedema ku şerê heyî bi awayeke berbelav di navbera dewletên dijber li ser dabeşkirina desthilat û enerji berdewame heta blokên navneteweyî ya wê şerê di pêşvebirina hevpeymanên xwe de pir nîgeran û dudilin. Baweriya wan bi hevdu nîne. Di aliyekê din xeta sêyemîn a tevgera Apo’yî û gelan eniya rastîn û heqîqî ku li gorî ruh û çanda Rojhilata Navîn çêkirine berxwedana gelên bindest, li hember armancên şerê heyî berdewame.

‘DYE DIXWAZE ÎRANÊ DI HUNDIR DE SÎNORDAR BIKE, DI NAV SÎNORÊ WÊ DE BIFETISÎNE’

Weke tê zanîn bi ketina sala 2020’an kuştina Qasim Suleymanî ya ji aliyê Emerîka rehendekî çawa da şerê di navbera Îran û Emerîkayê? Ew yek bandorekî çawa li giştî Îranê û taybetî Rojhilatê Kurdistanê kir?

Piştî şikestina DAÎŞ’ê ku beşa herî zêde tekoşerên rojava bû, şerê dewletan ên bi terorîstên DAÎŞ’ê re niha veguheriye şerê di navbera dewletên dijberê hev.

Dikarin bêjin ji vê demê şûn ve çiqas jî Kurdistan hîna jî weke navenda şer e ku dibe armanca êrîşên dewletên desthilatdar, lê belê ji niha û şûn ve Îran rasterast hedefa dewletên desthilatdar e. Ev şer niha ji aliyê aborî û siyasî ve bi zextên pir zêde ambargoya aborî ve qonaxa xwe ya destpêkê dijî û carna weke meseleya kuştina Qasim Silêmanî û êrîşa fûzeyî ya Îranê derbasî aliyekê leşkerî dibe. Ev dijbertiya DYE û Îranê ji berê ve hatiye plankirin lê herdu alî ji ber ku di nava qeyranên hindirîn û derve re rû bi rû ne cesaretê wan nîne ku derbasî qonaxê êrîşên leşkerî ên rasterast bikin. Ev mijar jî derbeyekê mezin li rewabûna siyasî û aborî him li Îran him jî DYE xistiye. Vane nîşaneyên wê ne ku heta hedefa destpêkê di pêngava DYE ên li ser Efgenistan, Sûriye û Iraq di rastî de ji destpêkê ve hedefa esasî Îran bûye. Ev qonaxa dijminatiya du alî nevegere. Tenê bi şoreşa gelan dikare bê çareserkirin. Niha qonaxekek dijminatî derbasdare ku ispat kiriye ku DYE nekariye komên bi nûneriya Îranê ku li Iraq, Sûriye, Yemen û welatên din bi temamî bişkênin. DYE dixwaze Îranê bi hindir re sînordar bihêle û di nava sînorên xwe de hepis bike. Ji ber wê jî ev rû bi rû bûn him di welatên cîran de him jî di hindirê Îranê de weke tehdîdeke berdewam xwe dide diyar kirin. Eger mêzeyê helwestên herdu aliyan bikin du vebijêrk bi hev re xwe didin diyar kirin. Yan xetimandina berdewam an jî şer û wêranî ku helbet herdu alî tehemûlê wan ji bo berdewamkirina vê rewşê nîne. Ji ber wê jî qonaxake zêdetir bi şîddet ne dûre.

Her wiha gelo Îran wê bixwaze bi Kurdan re lihevbike yan wê polîtîkayên xwe yên înkar û îmhayê bidomînin?

‘ÇARESERÎ DI DESTÊ KURDAN, GEL Û NETEWEYÊN LI ÎRANÊ DE YE’

Tekane şansê Îranê ji derketina qeyranên heyî çareserkirina pirsgireka Kurd û qebûlkirina xwestekên demokratîk ên gelan e. Heta lihevkirinên ihtimalî bi DYE ku tenê tê wateya restorakirina pirsgirekên bi vî rengî nêzîkatiya demokratîk bi pirsgireka Kurd û netewan re girîngiya wê nîne. Di 40 salên derbasbûyî de hat ispatkirin ku siyaseta înkar û imhayê Tahranê li dijî kurdan ji xeynî tunekirin û wêrankirinê tu feydeyek xwe nebûye. Heta çareserkirina pirsgireka Kurd mezintirîn mertale, ji bo parastina hebûna gelên Îranê li hember şerê ihtimalî ya wêrankere. Mînaka herî berçav, Iraqê û Sûriye ku pirsgireka Kurd di wan welatan de jî weke pirsgirekek di rêza yêkemîn de cih digire. Ji ber wê jî kilîda çareseriyê di destê dewleta tedbîr û hêvî ya Îranê de nîne. Di destê Kurdan û gel û netewên di hindirê Îranê de ne. Demê wê hatiye ku Tehran êdî vê rastiyê qebûl bike. Xeterî di binguhê Îranê de ye û gule şer çavê İsfendiyarê Îranê hedef girtiye. Ji ber ku Îran welatê şoreşa gelan e tekane rê û rêbaz nêrîna gel qebûl kirin û gel esas girtine. Ne ku desthilatdariye. Tehren nabe ji bîr bike ku bi gelan berovajî Şerê 1-2 yê Cîhanê vê carê xetê wan ê 3’an heye û xwepêşandanên du salên derbasbûyî yên Îranê teybetmendiya wê ya bihara gelan heye. Vê carê xwediyê xeta sêyemîn e.

‘ÇARESERIYA PIRSA KURD A ÎRANÊ WÊ BANDORA WÊ YA ÇARESERKIRINA KIRÎZÊN IRAQ, SÛRIYE Û TIRKIYEYÊ JÎ BIKE’

Eger Îran, Kurdan nas bike, gelo wê bikare xwe ji rewşa bişibe Sûriyeyê (Sûriyeyîbûn- weke Sûriyeyê lê hatin) rizgar bike? Di rewşa berevajî wê de, wê nêzîkatiyên we çi be?

Îran tenê bi hegemonyaya DYE’yê re rû bi rû nîne. Hegemonyaya cîhanî û heremî jî li dijî Îranê di nava eniyekê de ye. Ji ber wê jî metirsiya Sûriyebûyîn pir zêdeye. Çawa ku Sûriyê jî wekî Iraq lê hat dibe ku Îran jî wekî Sûriyê lê were. Çawa ku li Iraq û Sûriyê pirsgireka Kurd di dereceya yêkê de girîng e li Îranê jî li kêlaka pirsgirekên gelên din ên bindest de dîsa jî pirsgireka Kurd bi sedema ji nû ve zindîbûyînê ya tekoşînan di rêzeya yêkemîn deye. Fermî naskirina hebûna Kurdan ji aliyê Îranê ve bandorên xwe yên pozîtîf ewqase ku li ser çareserkirina pirsa nuklêrî a Îranê û demokratîzekirina Iraq, Sûriye û Tirkiyêde jî wê bandora xwe ê pir zêde û kûr hebe. Tehren di mijara tercîha aşîtî û demokrasî de mûxatabê Îranê gelê Kurd e lê mijara di şer de mûxatabê Îranê dewletên hegemon in. Ji ber wê jî çareserkirina pirsgireka Kurd tê wateya bi serxistina rastîn ya şoreşa 1979’an. Kurdan di wê şoreşê de piştgiriya xwe nedan kesê. Xwe bi xwe amadebûn şoreşê û bedel jî dan. Îro jî di asoya tekoşîna Kurdan de hedefan wan ew e ku mafê xwe careke din bistînin.

‘SEDEMA SEREKE ZIHÎNYETA HEYÎ YA NEXWŞ E’

Hun rewşa gelên Îranê û bi taybet yê Rojhilatê Kurdistanê çawa dinirxînin? Krîza aborî û nelirêtiya (gendelî) îdarî û malî ya rayedarên dewletê bandorekî çawa li ser wan kiriye? Projeya we beriya niha jî qala wê kiribû dikare ji wan pirsgirêkan re bibe çareserî? Gelo projeya we çiqasî ji aliyê gel û aliyan ve tê pejÎrandin?

Yêk ji dewletên Rojhilata Navîn ku bûn sedema hatina DYE û welatên Ewropî ji bo Îraq û Sûriye, Îran bû. Îro encamên wê dijminatiya dîrokî weke qeyranên leşkerî, siyasî û bi teybet aborî û civakî li dijî Îranê vegeriyaye. Qeyranên abrorî, gendelî û fesad ispat dike ku pêkhateya sistema cûmhurî a islamî di bingehde xerabe. Pêkhate dema ku xerap û zalim be wê demêye ku derfet nade neteweyên hindir ku hebûna xwe ya demokratîk bidin nîşandan. Dibe ku bê gotin ku sedema sereke a qeyranan aboriya nebaş a Îranêye lê li gorî nêrîna me viya lêvegerandin ne d icih de ye. Ji ber wê jî sedema sereke zihniyeta heyî ya nexweşe. Ev zihniyet çawa ku gendelî û feqîrtî di civakê de zêdekiriye û bi dijbertiyeke pir zêde li hember hegemonyaya cîhanê jî zêdekiriye hebûna xwezayî a neteweyên bindest bi teybet jî neteweya Kurd di wê pêkhateya rêvebertîde qebûl nake. Ji ber ku faşîzm û şovenîzm sedema sereke a qeyranane. Xwepêşandanên Çileya sala 2018 û Cotmeha 2019 li dijî faşîzma hindirîn a pêkhateya olîgarşî a desthilatîbû. Viya da diyarkirin ku gendelî ji qadên aborî derbas dike û hemû qadên zihniyetî digire di nav xwe de.

‘NEXŞERÊYA KODAR Û PJAKÊ JI BO HER KESÊ DERBASDAR E’

Em KODAR di salên derbasbûyî de nexşerêya berfireh a demokratîk da diyarkirin û muxatabê me yên esasî gel bûn. Ku helbet li aliyên girseyên gel ve bi awayeke berfireh hate pejirandin. Ev nexşereye ji bo îro jî derbasdare. Îro jî nûbûna xwe diparêze. Qebûlkirina nexşerêya KODAR û PJAK tê wateya hebûna pirsgireka Kurd. Em weke xeta sêyemîn di serhildan xwepêşandanên şeqam û şoreşa demokratîk a gelan de, gel bi xwe weke enî dibînin û aliyê esasî a çareseriya pirsgireka dibînin. Eger, nêzîkatiya dewlet demokratîk be em jî hebûna dewletê red nake. Lê mixabin dewleta Îranê ji du vebijêrkên firset û tehdîdê heta niha tenê vebijêrka tehdîdê tercîh kiriye. Bi mîlîtarîzekirina Rojhilatê Kurdistanê ne tenê hebûna gelê Kurd hebûna neteweyên din jî tehdît dike, xwe jî dixe metirsiyeke mezin ê cîhanê. Ji ber ku dijbertiya li hember pirsgireka Kurd tehdîdên hegemonyaya cîhanê li hember xwe zêdetir dike. Dixwaze bi rêka şer ve hatina hegemonyaya cîhanî a ji bo axa Îranê xweş bike. Mîsogere ku heta niha di milên rekabetên aborî, leşkerî û siyasî bi destê xwe ew zemine xweş kiriye. Di wiya de guman nîne ku heman nêzîkatiya faşîstî dibe çavkaniya feqirtiya aborî û zextên pirzêde ên rojane li ser gelên Îranê û rojhilatê Kurdistanê.

‘EM HER DEMÊ AMADE NE KU LI SER ESASÊ YEKÎTÎ Û KONGREYA NETEWÎ, YEKÎTÎ BI PARTIYÊN KURDÎ RE ÇÊBIKIN’

Gelek partî û aliyên siyasî yên Îranî û Rojhilatê Kurdistanê hene, di pêvajoya bihorî de xebatên we yên ji bo çêkirina hevgirtin û yekîtiyê çêbûye, ew di çi astê de ye? Pêkanîna wê xebatê ji bo azadî û demokratîkbûyîna gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê çiqasî girîng e?

KODAR weke sistemeke teybet ku teybetmendiya wê ya pîr rêxistinî, mekanîzmayeke tam demokratîk ji bo hemû partiyên Kurdistanî û Îranî bi hedefa çêkirina yekîtî ye. Pêkanîna yekîtiya netewî yêk jî projeyên bingehîn a xeta sêyemîn e. Nêzîkatiya me teybetmendiyeke wê ya weke tevgereke pir hizbî ye. Ango KODAR ne tenê partiyeke çend partî dikarin di nava wê de cih bigirin. Hewldanên KODAR ê ji bo çêkirina yekîtiya netewî li gel partiyên Kurd re di mehên derbasbûyîde jî berdewam kir. Ew partiye her tim soz didin lê di cihanîn de tiştek nayê dîtin, viya dibe mijarên rexneyên cidî. Em nizanin ku sedema sereke revê wane ji yekîtî û çêkirina kongreya netewî çiye. Lê em weke pêşengê gelê xwe wezîfeya meye ku him hewldanên pêvendiyê dîplomatîk ên bi wan partiyan re berdewam bikin him jî wane rexne bikin. Em bê şert û merc ji bo çêkirina yekîtiyê amade ne û çêkirina yekîtiya partiyan û rêxistina sîvîl a Kurdan hesreta gelê Kurd e û di qonaxa siyasî a niha de pêwîstiyeke wisaye ku nikare jê bireve. Ji ber wê jî proje projeya gelê me ye Rêber Apo mîmarê vê projeyêye û wekî nexşeya rê da pêşiya hizbên Kurd ên din. Gelê me di bingeha tekoşînên salên borî de li her çar parçeyên Kurdistanê de bi teybet li Rojava de yekîtiya xwe çêkiriye. Êdî sira hatiye partiyan ku berjevendiyên xwe yên sînordar deynin kêlekekê û gavên pratîkî biavêjin. Vê nêzîkatiya dijminane ya dewleta Îranê ya li hember pirsgireka Kurd di dereceya yekemîn de lê nebûna yekîtiya siyasî a partiyan û rêxistinên Kurd di dereceya duyemîn de di mijarên bi fermînaskirina hebûna neteweya Kurd de tesîra wan herduyan heye. Di cih de ye ku ji xeynî partiyan rêxistinên sîvîl û mafên mirovan ên Kurd jî em rexne bikin ji ber ku an bê tesîr mane an jî gav avêtinên wan pir lewaz in. Dewletên Îran, Tirkiye û Sûriye rexmê dijminatiya dîrokî lê di mijarên pirsgireka Kurd de bi caran hevpeymanî çêkirine çima partiyên Kurd di eniya muqabîla Kurd de hevpeymanî û yekîtiya xwe çênekin? Divê dadgeha gelê me hesap ji partiyên ku sozên xwe bi cih naînin bixwazin. Ev necihanîna sozê ji bo çêkirina yekîtiya netewî tê wateya necihanîna sozê li hember gelê xwe. Kilîda serketina nedewa Kurd çêkirina yekîtiya li aliyê siyasî, diplomatîk û leşkerî ye û rexmê hebûna derfetên cidî lê gelê Kurd û neteweyên Îranê di siya tekoşînên xeta 3’emîn de ji berê zêdetir nêzîkê azadiyê bûne. Di dawî de dikarim bêjim helwesta gelan bi teybet gelên Kurd hilbijartinên meclîsa Îranê de ku bi nîşana îtîrazên demokratîk bû, gel beşdarnebûn em spasî dikin. Îlana resmî ya encamê hilbijartinê wekî sedî 42 tê wateya şikandina rejîmê ya di hilbijartinan de. Her wiha jî gelê mê weke berê divê li bendê dewletê nemîne xwe bi xwe alîkariya bajarên ku erdhej têde çêbûyî bike, biçe alikariya wan bike. Serkeftin ji bo gelê xwe dixwazim.