Fiyaskoya ‘operasyona Efrînê’: Leşkerên Tirk û çete bi hev ketin

Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ku li dijî Efrînê derketîbûn seferê îro li du cihan bi hev ketin.

Li gundê Çeqela leşkerên Tirk çeteyên girêdayî xwe şandin û derî li ser wan girt. Li Ezazê jî çeteyan ji leşkeran re gotin ‘Hûn çima kuştiyên me nadin çapemeniyê’ û leşkeran jî bi gotina ‘Me ji bo we 6 mîlyar dolar xerc kir, hûn çima şer nakin’ nerazîbûn nîşan da.

Tevgera dagirkeriyê ya artêşa Tirk û çeteyên wê li dijî Efrînê di roja 4’an de ye, çete û leşkerên Tirk li hev ketin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin îro li du bendan leşkerên Tirk û çeteyên girêdayî wê bi hev ketin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên heremî hatine bidestxistin, artêşa Tirk a dagirker îro dîwarê li sînor ê li navçeya Kirikhan yê Hatayê rakirin û bi çeteyan re derbasî xaka gundê Çeqela yê girêdayî navçeya Cindirêsê ya Efrînê bûn. Lê belê piştre leşkerên Tirk paşve vegeriyan Kirikhanê û çete li naverastê hiştin û blokên bi beton bi ser wan de girt. Li ser vê di navbera çeteyan û leşkerên Tirk de alozî derket.

Hate ragihandin ku çete li beramberî berxwedana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li bejahiya gundê Çeqela li naverastê man.

Li Ezazê jî di navbera artêşa Tirk û çeteyên ku navê ‘Artêşa Sûriye ya Mîllî’ lê dikir de alozî derket. Li Ezazê li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine bidestxistin çeteyan ji leşkerên Tirk re gotin ‘Heta niha 490 mirî û birîndarên me hene. Hûn çima nadin çapemeniyê?’ bertek nîşan da. Leşkerên Tirk jî bi gotina ‘Heta niha 6 mîlyar dolar me bi we ve xerc kiriye. Hûn çima şer nakin?”.

Piştî rageşiya di navbera herdu aliyan de hinek komên çete gule li wesayîtên leşkerî yên Tirk barandin, leşkerên Tirk jî gule bera hewayê dan.