Ev der Heftanîn e!

Îro roja 17'an a Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê ye. Dirûşma vê berxwedana destanî diyar e. Rojekê gerîlayeke jin ev dirûşm berz kir: "Ev der Heftanîn e!"

Artêşa Tirk li Heftanînê derbeyan li ser hev dixwe. Hesabên desthilatdariya AKP-MHP'ê bi berxwedana gerîla têk diçe.

Îro roja 17'an a Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê ye. Bêguman hate dîtin ku operasyona li ser Heftanînê ne tenê li dijî Heftanînê ye. Artêşa Tirk a dagirker bi van operasyonên dawî re dixwaze tevahiya Başûrê Kurdistanê bi dest bixe.

ŞAH MAT

Artêşa faşîst a AKP-MHP'ê ku di kişikê de bi kevirên xwe yên dawî lîst, bi gava şah-mat a gerîla re derbên giran ku ne li bendê bû li Heftanînê xwar û bi vî rengî sist bû. Li qada Heftanînê şeva 15'ê Hezîranê operasyonekê dest pê kir û bandora vê operasyonê bi berxwedana gerîla têk çû. Piştî ku gerîla pratîka jinûve avabûnê ya nû li Heftanînê da destpêkirin, artêşa Tirk şoq bû. Tevî ku gelek caran xwest leşkerên xwe deyne ser giran nekarî bike û neçar ma xwe vekişîne. Artêşa Tirk ne li benda pozîsyoneke parastinê ya ewçend xurt bû. Di lîstika Pençe-Kaplan de şah mat bû.

Ji wê rojê ve çi qewimî?

Gerîla zêdeyî pêncî çalakî kir; bi rêbazên sabotajê, sûîqestê, xweberdana nava hêzên dijmin û bi vî rengî çalakiyên bi bandor kir. 6 helîkopterên Kobra yên xwestin leşkeran li qadên Şehîd Adar û Xantûrê deynin derb ji gerîla xwarin. Her çend medya Tirk veşêre jî zêdeyî sed leşker hatin kuştin. Medya Tirk her roj ya dibêje li Manîsayê ya jî li Hatay an jî deverên din leşkerên wan dimirin. Dewlet bi dirûşma "şehîd namirin, welat parçe nabe" vê rewşê derbas bike. Di rewşekê de ku kurê Erdogan ji kêfa keştiyan noq dike, zavayê wî bi rêya bankayan xezîneya dewletê desteser dike, zarokên gelê Tirk li çiyayên ku qet nas nakin hîn dest bi dest bi meşê nekirine tên kuştin. Gelo ev yek di nava wijdanê gel de qet nabe sedema lêpirsînekê, nakokiyekê? Lê belê gerîla ji dil û can xwedî li xaka xwe derdikevin. Di vê operasyonê de çardeh gerîla tevlî karwanê nemiran bû û li Heftanînê nîşan dan ku xeta berxwedanê divê çawa be.

EV DER HEFTANÎN E!

Gerîla bi her awayî li ber xwe dide li Heftanînê. Bêyî berxwedanê, bêyî têkoşîneke mezin vekişîn qet nîne. Li Xantûrê, Dûpişkê, Şeşdarê, Şehîd Berîvan û Şehîd Adar devereke ku gerîla lê şer nekiriye nemaye. Her ku derbê lê dide ev dirûşm berz dibe. Gerîla bi eşqeke mezin di her çalakiyê de artêşa Tirk poşman dike ku hatiye Heftanînê. Artêşa Tirk a ku ketiye Heftanînê lê nizane wê çawa jê derkeve, her ku vê dirûşmê dibihîze poşman dibe. Hevrêyên ku ev dirûşm bi canê xwe destnîşan kirin, xet jî diyar kirin û nîşan dan ku divê çawa li ber xwe bidin, serketin çawa bi dest dikeve. Dirûşma vê berxwedana destanî diyar e. Rojekê gerîlayeke jin ev dirûşm berz kir: "Ev der Heftanîn e!"