Engîn: Hedef Îran û Kurdên azad e

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn got, "Biryara Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) a li dijî her sê pêşengên tevgera azadiyê, biryareke bê xêr e, bêyom e."

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn, biryara Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya li ser sê pêşengên Tevgera Azadiyê wek piştgirîdayîna dewleta Tirk bi nav kir û got, "Biryara Dewletên Yekbûyî yên Amerikayê(DYA) li ser her sê pêşengên têkoşîna Tevgera Azadiyê, biryarek bêxêr e, bêyom e. Hem ji bo gelê Kurd hem jî ji bo Rojhilata Navîn taloke ye. Biryareke wiha ji bo dewleta Tirk pejirandina êrîşan e. Me dît ku DYA li Efrînê bi çi rolê rabû. Bi navê Efrînê li xwara Rojhilatê Firatê rola xwe nelîstin. Gotin Efrîn ne di bin berpirsyariya me de ye û xwe bêdeng kirin. Dewleta Tirk a faşîst teşvîk kirin da ku êrîşê bibin ser Efrînê. Em vê ji ku dizanin? Gava ku mijara İdlip kete rojevê. DYA bû ya ku herî zêde xwe tevli meseleya Îdlîbê kir. Careke din Îdlip bû Rojhilatê Firatê, em jî dizanin ku li Îdlibê, komên çeteyên hene bi piştgiriya dewleta Tirk çêbûn. Lê di Efrînê de me dît ku DYA rolekê bêxêr leyîst. Bi vê biryarê ev rola bêxêr dewam dike. Çima? Dewleta Tirk amadekariyê êrîşan li ser Minbicê dike. Dewleta Tirk êrîşan li ser Girê Spî, li ser bajarê Kobanê dike. Bi gef û êrîşan re her roj qala Bakurê Sûriyê dike. Di pêvajoyekê wiha de ji bo dewleta Tirk alikarî ye. Dewleta Tirk di pêvajoyek pir teng de ye.”

'EV BIRYARA DYA'YÊ JI BO RIZGARKIRINA ERDOGAN E'

Kasim Engîn bal kişand ser rewşa heyî ya dewlet Tirk û ev tişt anî ziman: "Bi gotina wan an îstîklal an mirin. Dirûşmên mirinê û yên xeter in. An tu yê bimrî an tu yê xwe xilas bikî. Dewleta Tirk bi vê maneyê çi aliyê aborî çi aliyê siyasî çi aliyê dîplomatîk çi di warê civakî çi di warê derûnî û ruhî de pirsgirêkan xwedî pirsgirêk e. Ji bo ji van astengan xwe xilas bike serî li hemû rê û rêbazên nijadperest dide û van li hember gelê Kurd, li hemberî gelê Rojhilata Navîn bikar tîne. Ev biryara DYA’yê ji bo rizgarkirina Erdogan e. Erdogan ê ku ji bo kuştina mirovan fermanan dide, fermana li ser dagirkirina hereman dide, fermanê li ser sûcê mirovan dide. Biryar û piştgiriyek wisa ji bo xilaskirina Erdogan dibe."

'EV BIRYAR LI DIJÎ VÎNA AZAD E'

Engîn, sedemên vê gava Dewleta Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) wiha nirxand: "Çima di vê pêvajoyê de biryarek wisa tê girtin. Bêguman yek jê dijberiya li Tevgera Azadiyê ye. Tevgera Azadiyê xwe bi xwe rê ve dibe. Xwe bi xwe siyaset dike. Tevgera Azadiyê xwe bi xwe piştgirîya xwe dike. pişta xwe nade ti hêzan.Tevgera Azadiyê ji gelê xwe hêz digre. Piştgirîya xwe ji Rojhilata Navîn digre. Ew, siyasetên ku ji derve tên kirin, yên mîna dagirkirin red dike. Beriya 20 salan êrîşên heri zêde birin ser Rêber APO û dîl girtin. Çima? Ji ber ku amadekariyên êrîşan ji bo Rojhilata Navîn dikirin. Li gor wan Rêber Apo yê ku bi fikir û ramanên xwe xwe dispêre gelê xwe ji bo Rojhilata Navîn asteng e. Dizanin ku wê Rêber APO li dijî vê derkeve. Ji bo vê êrîş birin ser Rêber APO, Rêber APO dîl girtin. Piştî dîlgirtinê, êrîşên berfireh birin ser Rojhilata Navîn. Heger li lraqê bi milyonan insanan miribin, sedemên xwe ev êrîş bûn. Dîsa bi giştî ji bo Rojhilata Navîn nêrînên Rêber APO dizanîn. Rêber APO ji bo demokratikbûyinê, ji bo çareserkirina pirsgirêkan rê û rêbaz esas digirt. Niha êrîş li ser Îranê heye. Îran hêzekî dagirker û antî demokratîk e. Lê rêbaza Rêber Apo ew e ku hewil bide bi rê û rêbazên demokratîk van pirsgirêkan çareser bike. Ev ji bo dewleta Tirk jî derbarsdar e. Ji bo vê jî ewqas hevdîtin bi dewleta Tirk re hatin kirin. Eger derfetek hebe pirsgirêk bi rê û rêbazên demokrartîk wê werin çareserkirin. Rêber Apo her ev esas girt. Gotinek dîtir, Rêber Apo çareseriya heyî esas digre. Çareseriya herêmê esas digre. Ne bi destwerdaneke bi dagirkirinê."

'JI BO KU DEWLETA TIRK LI DIJÎ ÎRANÊ BI KAR BÎNE DYA'YÊ EV BIRYAR DA'

Engîn, di dewama axaftina xwe de bal kişand ser dema biryarê û polîtîkayên li hemberê Îranê tê meşandin û got, "Niha bala xwe bidinê çima biryareke wiha, tam dema ku DYA biryar li ser Îranê digire, biryareke bi vî rengî li ser sê pêşengê Tevgera Azadiyê digrin. Heger bixwazin êrîşekê bibin ser Îranê, ku ev destpêkê yek ser bi çek nebe jî, bi dorpêçeke aborî û siyasî ji bo encam bigrin pêwistiya wan bi dewleta Tirk heye. Hêza ku herî zêde siyaseta Amerîka rê ve bibe dewleta Tirk e. Em dizanin di pêvajoya dawî de dewleta Tirk û Îran nêzê hev disekinin. Di serî de divê ev were rakirin. Ji bo Tirk an ber bi xwe ve bikişînin diyariya di serî de Kurd in. Efrîn ev diyarî bû, nîqaşên li ser Minbiç, topbarankirina li ser Kobanê, Girê Spî nîqaşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî ji ber vê ne. Dîsa ev biryara dawî a ku li ser pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistan jî ji ber vê ne. Diyariyê didin Tirkan, çekan didin Tirkan, da ku Tirkan ber bi xwe ve bikişînin. Bi berxwe ve kişandinê ve da ku bikaribin li hember Îranê bikar bînin."

'HEDEF ÎRAN Û KURDÊ AZAD E'

Kasim Engîn armancên vê biryara li ser sê pêşengên Tevgera Azadiyê wiha anî ziman: "Em vê baş bizanibin, ne tenê dewleta Tirkiye yan jî di serî de Erdogan bi giştî em dîroka Osmaniyan a li ser Safeviyan baş dizanin. Dîsa li hember Nadîr Şah baş dizanin, li ku derê derfetek çêbûye da ku bikevin Îranê ketine Îranê. Kengî derfetek çêbûye êrîş birine ser Îranê. Niha jî derfeteke wiha derdikeve, ji bo vê jî ev biryar di serî de ji bo siyaseta cewherî a serbixwe ya Tevgera Azad e. Ya dî, da ku karibin dewleta Tirk ber bi xwe ve bikişînin. Ji bo ku karibin bi rehetî dorpêça Îranê temam bikin û dîzayina Rojhilata Navîn li gorî xwe pêk bînin. Ya dî jî, ev êrîşa li ser pêşengên Tevgera Azadiyê ew e ku pêşiya siyaseta serbixwe bigrin û pêşiya Kurdên noker vekin. Erê çendî dewleta Tirk li ser êrîşa Îran de rol bilîze yek jî yên ku di dorpêça Îran de rol bilîze Kurd in. Ji bo vê jî çawa ku di dema xwe de li gor xwe Rêber Apo dîl girtin, teslîmî dewleta Tirk kirin û pişt re jî êrîş birin li ser Rojhilata Navîn, niha jî bi vê biryarê êrîşekî cuda li ser Rojhilata Navîn rê ve dibin. Di hedefa vê de jî Îran heye. Pêwîst e ev were dîtin, bi vê wateyê, ev biryar biryarekî pir xeter e."

Kasim Engîn, di nav nirxandinê xwe de bal kişande xeteriyên li ser destketiyên gelê Kurd û wiha pê de çû: "Ev êrîş êrîşekî li ser hemû Kurda ye. Li dijî hemû destketiyên Kurdan e. Ji ber ku dewleta Tirk a faşîst yek destketiyê Kurdan nas nake, ê başûr jî tê de. Çendîn çaran Erdogan rewşa başûr anî ser ziman, herî dawî me ev rastî di referandûmê de dît. Yê ku herî zêde li hemberê destkeftiyên Kurdan disekine dewleta Tirk e. Herî zêde yê ku zêde Îranê tehrîk dike dewleta Tirk e. Niha pirsgirêk tenê ne Bakurê Kurdistan, Efrîn, Rojava ye. Şengal di talokê de ye, başûr bi giştî di talokê de ye. Ji bo vê jî pêwîst e di serî de tevahî Kurd vê biryara bêyom rast binirxînin û helwesteke bi asteke bilind nîşan bidin. Çawa ku dema Rêber Apo dîl hate girtin gelê Kurd hemû rabû li ser piya, niha jî helwestekî wisa hewce ye."