Emrê dirêj bextê reş: Dayika Sakîne

Dayika Sakîne Arat ku di şerê 40 salan de 4 zarokên xwe ji dest da, tevahiya jiyana xwe ji bo aştiyê têkoşiya e.

Piştî şikestina şerê Şêx Seîd dewletê malbatên Kurdan ên wek şêx, axa, mîr, malmezinên Kurdan, alîgir û ne alîgir hemû bi gişt sirgûnê bajarên Tirkiyeyê kirin. Malbata Dayika Sakîne Arat (85) ketiye ber vê pêla sirgûniyê ya bêbext û bextreş. Bavê Dayika Sakîne Arat, Salîh Begê Hêneyî ku di şerê Şêx Seîd têkoşiyaye û li gel rê hevalên xwe li Amedê li sêdarê hatin xistin.

 

‘PIŞTÎ VEGERIYA GUND BÛN HEDEFA DEWLETÊ’

Dayika Sakîne Arat ku di sala 1933’an li navçeya Tavşanli ya Kutahya hatiye dinyayê û di sala 1947’an de ji sirgûnê bi malbata xwe re vedigere li ser axa bav û kalan Amedê. Dayika sakîne tevahiya jiyana xwe ji bo lêgerîna aştiyê û aramiya Tirkiyeyê li ber xwe da ye. Dayika Arat, dibêje piştî ji sirgûnê vegeriyan Amedê dîsan ketin hedefa dewletê û wiha axivî: “Piştî em ji navçeya Tavşanli ya Kutahya hatin Amedê, em destpêkê li mala apê min Şêx Heybet bi cih bûn. Em çend rojan li mala wan man. Piştre apê min em şandin gundê xwe, em zêdetirî heftiyekê jî li gundê Qamîlo ya Bîsmîlê man. Li Bîsmilê gundê bavê min yê bi navê Qerebadiran û Hacîkan man. Çend roj li ser me de derbaz bû, dewletê bi ser gundê me de girt û bavê min destgîr kirin. Em li sirgûnê man û piştî vegeriyan jî ji ber zilma dewletê xelas nebûn.”

’17 SALÎ BI MÊREKÎ 35 SALÎ RE TÊ ZEWICANDIN’

Arat da zanîn ku di temenê 17 salî de ew bi kurê xalê wê yê 35 salî re bi zorê hatiye zewicandin û wiha pê de çû: “Piştî demek dirêj, hîna ez 17 salî bûm, xalê min hat li gel bavê min û ji bo kurê xwe daxwaza min kir. Bavê min jî ez di temenê biçûk de li kurê xalê min yê 35 salî de zewicandim. Zewaca bê dil mîna ezebê cehnemê ye û malbata min ez bi awayek zindî avêtim di nava agirê cehnemê. Roj meh û sal bûn kûl, keseran derbasbûn, kurê min Cemal çêbû, ew ji bo min bû hêviyek mezin û mayînde. Min xwe pêve girêda û êdî dinyaya min bû ew. Piştî cemal keçikek min çêbû û rehmet kir. Piştî du salan û vir de xwedê keçikek din da min û min navê wê danî Şûkran. Min êdî jiyana xwe da li ser zarokên xwe. Hêvî û daxwaza min ew bû ku ez zarokên xwe baş mezin bikim û hemûyan bidim xwendin. ”

‘4 ZAROKÊN XWE JI DEST DAYE’

Dayika Arat anî ziman ku di şerê 40 salan de wê 4 zarokên xwe ji dest daye û wiha got: “Kurê min Cemal di sala 1980-1984’an li girtîgehê bi salan rastî êşkenceyan hatiye hatiye xwestin ku sucên ku wî nekiriye bigire li ser xwe. Zarokê min neaxivî. Çawa li ber xwe da dîtin. Ji ber vê yekê jî ew birçî hiştin û kuştin. Di têkoşîna 40 salan de di demên cuda de min 4 zarokên xwe winda kir û heta dawiyê ez ê li pey vê dozê têbikoşim.” 

‘CEMAL JI BO PARASTINA RÛMETA XWE KET GREVÊ’

Dayika Arat da zanîn ku kurê wê li Zindana Amedê, piştî çalakiya 52 rojan di 2'ê Adara 1984'an de jiyana xwe ji dest da û wiha got: "Kurê min Cemal li dijî êşkenceyê û ji bo parastina rûmeta xwe ket grevê û jiyana xwe ji dest da. Cemal di sala 1981'an de hate girtin. Wê demê li her girtîgihê êşkence hebû. Li hin girtîgehan êşkence zêdetir bû. Zarokên wê demê ji bo li dijî êşkenceyê derkevin diketin grevê. Dîsa di sala 1984'an de girtî li dijî bêrûmetî û êşkenceyê ketin grevê. Di roja 20'an de leşkeran Necmettin Buyukkaya bi êşkenceyê xistin halê mirinê û anîn odeyê. Piştre gotin 'Ji ranzê ket û mir' û rapor nivisandin. Zarokên me jî li diji vê yekê gotin 'Hûn çima êşkenceyê li hevalên me dikin û dikujin' çalakî pêk anîn. Li deriyan dan. Piştre dest bi çalakiya rojiya mirinê kirin. Li dijî êşkence, neheqî û zimê bedena xwe dan ber mirinê. Ger ku rûmet tune be mirov nikare bijî. Dema min çû ew ziyaret kir û min got 'Ez xwarin ji tere bînim' got nabe. Tu bîne ez li nexweşxaneyê bixwim. Dê disa min bibin girtîgehê û li min işkenceyê bikin. Dê dîsa li wir bi min pîsî bidin xwarin. Na ez ne xwarina te û ne xwarina tu kesî dixwim.' Niha derbasî qeydan kirine û dibêjin bi daxwaza xwe mir' Na ev şaş e tu mirov bi daxwaza xwe naçin mirinê. Ji bo li rûmet û mafê xwe xwedî derkevin vê rêyê diparêzin." 

‘ÊŞKENCE Û TECRÎD LI GIRTÎGEHAN DIDOME’

Dayika Arat bilêv kir ku heman êşkence û tecrîd li girtîgehan berdewam dike û wiha axaftina xwe dom kir: “Niha heman êşkence berdewam dikin. Girtî rastî heman muameleyan tên. Dema ku min kurê xwe di sala 1984'an de wisa li nexweşxaneyê dît guhên wî tu tişt nedibîhîst. Gelek kêm dibihîst. Çavên wî tu tişt nedidît. Ji min re got 'Dayê mi çiqas dixwest ku ez çareke din rûye te bimînim. Lê êdî ez rûye te nabînim.' Guhên wê gelek kêm dibihîstin. Ji min re got 'Dayê here. Mirova vî derdî nakêşin. Her Enqere. Derdê me vebêjin' Ez çûm. Pereyê min tunebû. Min desmala xwe danî erdî û min pere komkir û ez çûm Enqerê. Min daxwazname da Meclîsê. Tu deng ji Meclîs derneket. Ez derî derî geriyam kesê ku destê xwe ne danî li ser wijdana xwe.”

‘JI BO DAWÎ LI VÊ ZILMÊ BÊ EZ Ê TÊBIKOŞIM’

Dayika Sakîne Arat, ji bo xwe dibêje, ‘Emrê dirêj bextê reş’ û bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî: “Emrê min dirêj e û bextê min reş e. Ez li Sirgûnê ji axa bav û kan dur hatim li ser dinyayê. Min dibistan li xeribiyê xwend. 40 sal e, ez di lêgerîna aştiyê de me. Ji bo wekhevî, aştî û aramiyê ez li saziya Dayikên Aştiyê, HDP, Hewldana 78’an û weke dayikên şemiyê bi salan li heq û edalê geriyam. Temenê min 85 sal e heta kêliya dawiya emrê xwe ez ê ji bo xwîn nerije li ber xwe bidim û têkoşîna xwe geş bikim. Ji bo dayikên din rondikan nerijînin û dawî li vê zilmê bê ez li ber xwe bidim.”