'Em xwedî li berxwedêrên di grevê de ne derbikevin'

Aysel Tûfan kurê wê li girtîgehê di greva birçîbûnê de ye, xwest ku her kes xwedî li berxwedêrên di çalakiya greva de birçîbûnê derbikevin û got: "Em bibin dengê berxwedêran. Êdî bes e, divê tecrîd rojek berî rojekê bi dawî bibe."

Çalakiya greva birçîbûnê ya di 16’ê Kanûna 2018’an, li girtîgehan dest pê kir û di 1’ê Adarê de li tavahiya girtîgehan belav bû, di asta krîtîk de berdewam dike. Azîz Tûfan ê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” ev 2 sal û niv in li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtiye, ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye. Dayika Azîz Tûfan Aysel Tûfan di derbarê rewşa kûrê xwe de axivî. 

'DIVÊ DAXWAZ BÊN QEBÛLKIRIN'

Dayîk Aysel Tûfan anî ziman ku di 6'ê Adarê bi rêya Medya Tv bihist ku kurê wê ketiye greva birçîbûnê de û wiha axivî: "Kurê min Azîz Tûfan li Girtîgeha Tîpa D a Amedê de tê girtin. 49 roje kurê min ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çalakiya greva birçîbûnê de ye. Duh ez çûm serdana kurê xwe rewşa wî ne baş bû. Çavê wî kêm dîdît. Hevalên wan yên ku 100-120 roje di çalakiyê de ne xwîn ji pozê wan tê. Rewşa zarokên me gelek ne baş e. Êdî em li malê nikarin sifrê danin erdê. Canê me pir diêşe. Bila nefikirin ku em ditirsin. Em ji kesê natirsin. Çi dema zarokên me tunebin, em jî tune ne. Ji bo ku ew bijîn emê hemû tiştî bikin. Em li malê weke miriyan dijîn. Bi şev xew nakeve çavê me. Em li malên xwe bûn dengbêj. Em tim li ser zarokên xwe distrînin. Em dikin qîrîn. Cîran bi dengên me ve tên. Êdî bese. Divê demildest daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û tecrîda girankirî bi dawî bibe.” 

'EM LI GEL ZAROKÊN XWE NE'

Tûfan da zanîn ku ji bo balê bikêşin li ser çalakiyên grevên birçîbûnê xwestin li parka Koşuyolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê lê polîsan bi awayek hovane êrîşî kir û wiha pêde çû: "Berî ku em li parka Koşuyolê kombibin polîsa êrîşî dayik û wekîlan kir. Bi hovane êrîş kirin û wekîla me Remziye Tosun birîndar kirin. Çi dibe bila bibe em dest ji doza xwe ya heq naberdin. Em li hemberî zordestiyê û polîtîkayên çonk danînê serî natewînin. Ji dîrokê ve li ser gelê Kurd polîtîkayên zilmê tên birêve birin. Ew çiqasê zilmê bikin, gelê Kurd ewqas radibe ser piyan. Em dayîkên dilê me şewîtine. Serê me bilinde. Me zarokên xwe birûmet mezin kirin. Ji ber vê berxwedana wan jî birûmete. Di serî de gelê Kurd, hemû kesên tişta ji destên wan tên divê bikin. Werin em bibin dengê zarokên xwe. Me rojên pir zor û zehmet derbas kirin. Êdî em naxwazin rojên xerabtir bibînin." 

'BILA GULA KURDISTANÊ NE ÇILMISE'

Tûfan nerazîbûn nîşanî bêdengiya hikûmetê ya li dijî çalakiya grevên birçîbûnê jî da û wiha got: "Tecrîd sûcê li dijî mirovane. Bi ti awayî tecrîd li ser mirovan nayê pêk anîn. Divê malbat û parêzerên Rêber Apo bikarin biçin Îmraliyê û bikarin hevdîtinê pêk bînin. Îro bi mîlyonan Kurdan Rêber Apo weke îradeya xwe bi nav kiriye. Hûn qebûl bikin û qebûl nekin jî Rêber Apo Rêberê Gelê Kurd e. Bêdengî hevakarê şer û tecrîdê ye. Bila her kes deng bide dengê girtiya. Leyla Guven gula Kurdistanê ye. Bila Gula Kurdistanê ne çilmise. Em Leyla û zarokên xwe yên girtîgehê bidin jiyan kirin."